Cotkarên Şarezor ji ber xemsariyê bi fikar in 

Yekşem, 5 Jan 2020 – 07:42  HERÊM QADIR/ROJNEWS

Cotkarên Şarezor ji ber xemsariyê bi fikar in 

Cotkarên herêma Şarezor diyar kirin ku hikûmeta herêmê li hember cotkaran xemsar e û wan piştguh dike.


https://youtu.be/SlRcExeAf6Q”>

Li Şarezor a girêdayî parêzgeha Silêmaniyê salane bi sedan ton berhemên çandiniyê tê hilberandin. Lê belê cotkarên herêma Şarezor diyar kirin ku hikûmeta herêmê li hember cotkaran xemsar e û wan piştguh dike.

Cotkarên Şarezor têkildarî kar û xebata xwe ji Rojnews re axivîn.

‘Cotkar di nav şert û mercên zehmet de ne’

Cotkarê bi avê Saman Hisên diyar kir ku weke cotkarên Kurdistanê gelek pirsgirêkên wan hene û got, “Pereyê sê salan ê genim me heta niha wernegirtiye. Ev çend sal e ev mijar li dadgehê ye. Ev yek ji van pirsgirêkan e.  Lê belê ji ber xemsariya hikûmeta Herêma Kurdistanê û ji bo rewşa me ku lîjne neşandine Bexda cotkar di nav şert û mercên zehmet de ne.”

Saman Hisên diyar kir ku sala borî ji ber rewşa hewayê 8 ton genimê wî ziyan bûye û hikûmetê ti zerareke wan dabîn nekiriye. Hisên axaftina xwe wiha domand, “Têkildarî alîkariya bi cotkaran re bi ti awayî baweriya me bi hikûmetê nemaye. Bi axaftinê her tişt kirine, lê belê di rastiyê de ti tiştek ji bo cotkaran nekirine. Em hêvîdar in ew projeyasaya li parlamentoyê ya der barê berhemên navxweyî de ji bo cotkaran projeyeke baş be.”

‘Hikûmetê ti hewldaneke cidî nekir’

Cotkar Xesrew Mihemed jî anî ziman ku eger hikûmeta Herêma Kurdistanê cotkar fikiriba wê ne di vî halî de bûne û got, “Ji ber bi salane hikûmeta Iraqê mafên xwe dixwe. Hikûmeta herêmê jî ti hewldaneke cidî nekir.”

Xesrew Mihemed diyar kir ku berhemên navxweyî yên hildiberînin xwedî kalîteya herî baş e, ti madeyeke xerab di nav de nîne û got, “Lê belê mirov nizane bê berhemên ji derve tînin çawa hatiye hilberandin.”

Xesrew Mihemed jî daxwaz kir ku ew projeyasaya parastina berhemên navxweyî ya li parlamentoyê were qebûlkirin.

‘Dibe ku kurm genimê me bixwin’

Cotkarê bi avê Celîl Ehmed jî destnîşan kir ku yek ji pirsgirêkên wan anîna berhemên ji derve ye û wiha axivî: “Em dixwazin ji bo pêşxistina berhemên me hikûmet rê li hawirdekirina berhemên derve bigire. Ji ber bi salan e em rastî vê pirsgirêk tên. Her wiha hikûmet ti dermanan ji bo genim nade me. Metirsiya ku kurm genimê me bixwin heye.”

Celîl wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ew 10 sal in hikûmetê ti alîkariyek nedaye me. Gelek caran em nikarin kirêya xwe derxin.”

(yş)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist