Cotyarên Şarezûr dest bi çandina tiroziyan kirin

Şemî, 14 Mar 2020 – 07:10  HERÊM QADIR / ROJNEWS

Cotyarên Şarezûr dest bi çandina tiroziyan kirin

Cotyarên deşta Şarezûrê dest bi çandiya tiroziyên dêmî kirin. Cotyarên Şarezûr eşkere kirin ku niha dema çandina tiroziyên dêmî ne, ji ber ku pêwîstî bi avdaniyê nîne, tenê du-sê caran bazar lê were bes e.


Tirozî yek ji berhemên çandiniyê ye ku li cîhanê û bi taybet li Kurdistanê xwestekek zêde li sere. Piranî di nava tirşiyê de bi kar tînin û dixwin. Lê, gelek caran weke fêkî pêşkêşî mêvanan tê kirin. Ji ber vê yekê cotyarên herêma bajaroka Şarezor a ser bi Silêmaniyê di destpêka demsala biharê de dest bi çandina tovê tiroziyan dikin. Li herêmê tiroziyên desta Şarezûr bi navûdeng in.  Herwiha axa wê jî ji bo çandiniyê dest daye.

Ji tiroziyên ku di demê de tên çandin jêre tiroziyên dêmî tê gotin. Pêwistiya tiroziyên dêmî zêde bi avê nîne û tenê du-sê caran bar lê were têrê heye. Piştî baranê qet nayê av dan.

https://youtu.be/2a5ajxmjGOU”>

Li Şarezûr herî zêde tiroziyên Kurdî û tiroziyên Mûsilî tên çandin.  1 kîlogram tovê tiroziyê Kurdî bi 10 hezar dînar e û kîloya tovê tiroziyê Mûsilî jî 25 hezar dînar e. Sala ku baran zêde bibare çandiniya tiroziyan piştî Newrozê ango piştî 21’ê Adarê destpê dike. Lê, sala ku baran kêm bibare ji berî Newrozê tê çandin.

Yek ji cotyarên deşta Şarezûrê Hesen Kerîm ku tirozî diçand ji Rojnews’ê re axivî got;”Ev demsal demsala çandina tiroziyane. Em çend cûrê tiroziyan diçînin. Weke tiroziyê Mûsil, Kurdî ye. Yê herî baş Mûsiliye. Tiroziyek nazim û dirêje. Li bazarê baş tê firotin. Yên em diçînin tiroziyê Kurdî ye. Di meha Nîsanê de berhem dide. Ew zeviyên ku tirozî tên çandin, zêdetir bi ber in. Zêdetir li binarên çiyayan tên çandin. Lê ji zeviyên mêrg kêmtir berhem didin.”

Hesen Kerîm li zeviya xwe 6 sale tiroziya dişîne, têkildarî karê xwe ji got;”Ew kesên ku tovê tiroziyan diavêjin, divê şarezaya wan hebe. Eger gelek tov bavêjin, wê tirozî nebaş be û wê berhem nede. Belku tov normal were avêtin. Ji ber ku ger zêde be, wê berhem xerab be û wê li bazarê pere neke.”

Serçil Ebdulrehman ê ku bi karê çandina tiroziyan ve mijûle wiha axivî;”Ev tiroziyên niha tên çandin, dêmîne. Di destpêka biharê de tên çandin. Tenê bi baranê şîn dibe û pêwîstî bi ava din nîne. Di demsala havînê de jî tirozî tên çandin û jêre dibêjin tiroziyên beravê. Lê pîwistiya wan bi avdanê heye.”

(ab)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist