Dahata bîrên petrolê nediyare lê dumana wê ji bo xelkê ye

Sêşem, 14 Jan 2020 – 07:22 

Dahata bîrên petrolê nediyare lê dumana wê ji bo xelkê ye

Li bajarokê Serqala 3 bîrên petrolê hene, dumana pîs ya bîrên petrolê ji bo niştecihên herêmê ye, dahata wan jî ji bo rêveberane. Rêveberê bajarokê Serqala ya ser bi Germiyanê ragihand ku agahiya wan ji dahata bîrên petrolê yên li herêma wan nîne. Herwiha got ku dumana bîrên petrolê bandorek nerênî li ser jîngehê çêdike.


https://youtu.be/Obf6Mj-em0Y”>

Li bajarokê Serqela ya ser bi îdareya Germiyan, 3 bîrên petrolê hene. Yek ji bîran li gundê Hesire, yek jî dikeve gundê Gerdelul û Milesure. Ya sêyem jî dikeve gundê Kewa Çermu. Dumana bîrên petrolê ziyanek mezin digihîne jîngeh û tendirustiya welatiyan. Li ser vê mijarê rêveberê bajarokê Serqala Ramyar Mehmud ji Rojnews re axivî.

Ramyar Mehmud di destpêka axaftina xwe de got ku wana bi nivîskî daxwaz ji rêveberiya Germiyanê kirine da ku ji bo her bermêlek neft 2 dolar bidin xelkê herêmê. Mehmud anî ziman ku heya niha daxwaza wan pêknehatiye û got; “Agahiya me ji lihevkirina wan nîne û em nizanin dahata bîrên petrola bajarokê Serqala çiye. Em tenê pirsgirêkên bajarok çareser dikin, weke din tiştek nakin.”

Mehmud di dewamê de balkêşa ser dumana bîrên petrolê jî û wiha pêde çû; “Bandorek xirab ya dumanê li ser jîngehê çêdibe. Me bi qeymeqam, îdareya Germiyan, kompanyaya Gaz Prom re sala borî civîn pêkanî. Li gorî wana kalîteya petrola gundê Hesîre başe û ziyanê nagihîne niştecihên herêmê. Me ji bo kêmkirina dumanê bi aliyên peywendîdar re hevdîtin pêkaniye.”

Mehmud got ku kompanyaya Gaz Prom û Hikumeta Herêma Kurdistanê dixwazin dumana pîs veguherinin enjeriya elektrîkê û bidin xelkê Germiyan. Mehmud li ser vê jî diyarkir ku ji bo ku pirsgirêka ceyranê rabe wana piştgiriya projeyê kiriye. Memud di dewama axaftina xwe de got; “Lê li gorî rêeveberiya giştî ya ceyranê  ev proje demkîye û wê ew ceyran hertim nekaribe pêdawisitiya herêmê pêşwazî bike. Yanî da zanîn ku wê xelkê herêmê tenê 3 salan sud ji wê projeyê bigrin.”

(rn)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist