‘DAIŞ’ê di nava 10 rojan de 100 donum dexlûdan şewitand’

Êrîşên çeteyên DAIŞ li derdora Kerkûkê dewam dikin. Di rojên dawî de çeteyan zêdetirî 100 donum dexlûdan şewitandin. Endamek Meclîsa gundê Xaneqînê da zanîn ku çete dixwazin, ew gundê xwe vale bikin.


Di demên dawî de çeteyên DAIŞ’ê gelek welatî revandin û qetil kirin. Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê her roja diçe zêdetir dibin. Çeteyan li rexa revandin û qetilkirina welatiyan, dest bi şewitandina dexlûdanên cotyaran kiriye. Di nava 10 rojan de çeteyên DAIŞ li navçeya Xaneqînê 100 donum dexlûdanê cotyaran şewitand.

Rêveberê parastina şaristaniya Xaneqînê Emar Emîr got ku tenê di nava 10 rojên vê meha Gulanê de, 4 zeviyên çandinê hatin şewitandin. Emîr da zanîn ku di nava 10 rojan de zêdetirî 100 donum dexlûdanê cotyaran hate şewitandin.

Emîr di dewama axaftina xwe de got ku tîmên agirkuj nêzî 600 donum zeviyên çandiniyê, ji şewitandinê rizgarkirine û wiha pêde çû; “Zêdetirî bûyeran bi şev çêdibin. Ji bo vê heya cotyar  û tîmên agirkuj digihin nava zeviyan dibe dereng.”

Endamê Meclîsa gundê Mubarek Fazil Mihemed jî li ser heman mijarê axivî û got; “Şeva borî nêzî 10 donum dexludanê gund hate şewitandin. Terorîst dixwazin em gundê xwe vale bikin. Ev bûyerane piştî bûyerên 16’ê Cotmehê serîhildan. Bi taybet di van êrîşane de Kurd dibin hedef û ziyan digihe wan. Heya niha ti kesekê jî tanzîmat nestandiye.”

Hêjayî gotinê ye piştî bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’an derdora Kerkûkê dexlûdanên cotyaran tê şewitandin. Li parêzgeha Diyalayê jî di rojên dawî de bi sedan donum dexlûdanê cotyaran hate şewitandin.”

(nr)