Desteya Jîngehê: Ji ber bombebaranan ziyanek mezin gihiştiye jîngehê

Duşem, 20 Jan 2020 – 13:31  HEWLÊR/ROJNEWS

Desteya Jîngehê: Ji ber bombebaranan ziyanek mezin gihiştiye jîngehê

Desteya Jîngeha Herêma Kurdistanê ragihand ku ji ber bombebaranan ziyanek mezin gihiştiye jîngeha Herêma Kurdistanê. Herwiha desteyê da zanîn ku pereyê ji şofêran tê wergirtin, ji bo Wezareta Navxweyî û Darayî diçe.


Serokê Desteya Jîngeha Herêma Kurdistanê Dr. Helo Eskerî li bajarê Hewlêrê bi daxuyaniyek çapemeniyê rêjeya kar û çalakiyên sala 2019’an aşkere kir.

Li gorî rêjeyê di sala borî de li parêzgeha Silêmaniyê 803, Hewlêrê 416, Dihok 101, îdareya Raperîn 70 û îdareya Germiyanê destûr ji bo karge û projeyan hatiye dayîn.

Herwiha hate gotin ku li bajarê Hewlêrê 4, Silêmanî 5, Dihok 3 û Raperînê jî 3 ji bo projeyan destûr hatiye dayîn.

Serokê Desteya Jîngeha Herêma Kurdistanê Eskerî derbarê rêjeya şînkirina jîngehê de jî got ku ew ji ber projeyên niştecihbûnê nikarin weke tê xwestin projeyên xwe bixin meriyetê. Eskerî diyarkir ku li seranserê Herêma Kurdistanê sedî 12 heya 13 rêjeya şînkirinê heye, lê her cih ne wek heve. Eskerî ji bo vê got ku weke mînak, li Germiyan sedî 3 ye, li Dihokê jî sedî 17 ye.

Eskerî balkêşa bandora bombebarana welatên cîran ya li ser jîngeha Herêma Kurdistanê jî. Eskerî li ser vê da zanîn ku bombebarana welatên cîran, bandorek nerênî li ser jîngeha herêma Kurdistanê çêkiriye. Eskerî got ku ew nikarin rêjeya ziyanan destnîşan bikin.

Eskerî balkêşa ser pereyê ji bo jîngehê ji şofêrên otomobêlan jî tê wergirtin û got; “Li gorî yasaya jîngeha herêmê, divê pere ji şofêran were girtin. Bi fermana Meclîsa Wezîran desthilatdariya pere wergirtinê ji me hatiye satndin û Wezareta Darayî û Navxweyî werdigrin. Niha jî ew pere tê wergirtin, ji vê sedî 20 ji bo Wezareta Navxweyî ye, sedî 80 jî ji bo Wezareta Darayî ye.”

 (nr)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist