Dewleta Tirk herêma Biradost bombebaran dike

Dewleta Tirk bi balafirên şer û topan gundên herêma Biradost bombebaran dike.


Êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê didome. Di van kêliyan de bi balafirên şer û topan gundên herêma Biradost a Hewlêrê bombebaran dike.

Nûçegihanê Rojnews’ê ji herêmê ragihand ku di destpêkê de balafirên şer ên gundên Xelîfan, Sîran û Bozêne bombebaran kirin. Piştre jî bi topan û tankan gund bombebaran kirin.

Nûçegihanê Rojnews’ê ragihand ku ziyan bi rez û baxên şêniyên gund bûne.

Li gorî agahiyên nûçegihanê me dane, Tirkiye dixwaze wan gundan vale bike, lê şêniyên gund bi ti awayî gundên xwe vala nakin.

Bombebaran didome. 

(ab)