Di 3 mehan de 83 kes ji ber masîgirtinê hatine girtin

Pênçşem, 13 Pûşper 2019 – 12:26  SILÊMANÎ / ROJNEWS

Di 3 mehan de 83 kes ji ber masîgirtinê hatine girtin

Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngeha Parêzgeha Silêmaniyê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Silêmaniyê di nava 3 mehên masîgirtin qedexekirî de 83 kes ji ber masîgirtinê hatine girtin û hezar û 212 parçe amûrên wan hatine desteserkirin. Hate ragihandin ku wê di 15’ê Hezîranê de qedexeya masîgirtinê bi dawî bide.


Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngeha Parêzgeha Silêmaniyê li navenda xwe ya Silêmaniyê bi civîna çapemeniyê bîlançoya sê mehan a qedexekirina masîgirtinê eşkere kir.

Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngeha Parêzgeha Silêmaniyê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Silêmaniyê di nava 3 mehên girtina masiyan qedexe 83 kes ji ber masîgirtinê hatine girtin û hezar û 212 parçe amûrên wan hatine desteserkirin û got ku wê di 15’ê Hezîranê de qedexeya masîgirtînê bi dawî bide.

Herwiha li gorî bîlançoyê di nava 3 mehan de nêzî 100 masiyên cuda rizgar kirine û berdane li nava rûbar û golan de.

Qedexekirina girtina masiyan ji 15’ê Adarê ve destpê dike û 15’ê Hezîranê bi dawî dibe. Par di nava van 3 mehên nêçîrvanî qedexe de 109 kes hatibûn girtin, îsal ev rêje kêm bûye.

(ab)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist