Di nava du salan de 8 hezar berû çandiye

În, 27 Berfanbar 2019 – 07:50  SORAN/ROJNEWS

Di nava du salan de 8 hezar berû çandiye

Welatiyê bi navê Omer Ebdullah li bajaroka Soran pêngava berû çandinê ya bi navê ‘şoreşa berû’ ragihandiye. Di nava du salan de Omer 8 hezar berû çandiye. Her wiha Omer got, heya li jiyanê de bimîne ew ê ji bo xizmetkirina jîngehê berûya biçîne.


https://youtu.be/oi4LcrJROqU”>

Welatiyê bi navê Omer Ebdullah bi nasnav Omer Biradostî, xelkê bajaroka Soran a ser bi parêzgeha Hewlêrê ye. Du sal in Omer Biradostî li gundên herêma Biradostê 8 hezar berû çandiye û dixwaze bi çandina berûya deştên li Biradostê şîn bike.

Omer Biradostî li ser çandina Berûya ji Rojnews’ê re axivî û got; “Wek erekek nîştimanî min li deverên nizim dest bi çandina berûya kir. Armanca min ewe ku xizmetê ji jîngeha Kurdistanê re bikim. Bi rêya torên civakî min daxwaz ji welatiyan kir ku alîkariya min bikin. Gelek keyfxweşim ku gelek welatiyan alîkariya min kirin me berû çandin. Me karî bi vî karî xizmetek ji jîngehê re bikin. Ez peşîmanim ku ji zû de min berû ne çandin.”

Her wiha Omer Biradostî hewil dide bi rêya Parlamentoya Kurdistanê her sal roja 1’ê Kanûnê wek roja berû çandinê were naskirin. Omer dibêje ji ber ku destpêka meha Kanûnê dawiya demsala Peyîzê û destpêka demsala Zivistanê ye, ji bo berû çandinê guncawe.

(şk)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist