Di salekê de 595 kes hatin binçavkirin

Duşem, 6 Jan 2020 – 11:16  SILÊMANÎ/ROJNEWS

Di salekê de 595 kes hatin binçavkirin

Rêveberiya polîsên daristan û jîngeha parêzgeha Silêmaniyê diyarkir ku di sala 2019’an de li herêma parêzgeha Silêmaniyê 595 kes hatine binçavkirin, herwiha 79 hezar donum puş jî şewitiye.


Rêveberê ragihandina polîstên daristan û jîngeha parêzgeha Silêmaniyê, Hêmin Kemerxan bi daxuyaniyek çapemeniyê rêjeya bûyerên sala 2019’an aşkere kir.

Li gorî rêjeyê di sala 2019’an de 595 kes ji ber nêçîrvaniyê, darbirîn û ziyangihandina jîngehê hatine binçavkirin. Li rexa wan jî hemû amêrên dihatin bikaranîn jî hatine desteser kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku rêjeya şewatê li gorî sala 2018’an di sala 2019’an de hîn zêdetir bûye. Hate destnîşan kirin ku di sala 2018’an de 29 hezar donum puş şewitî, lê di sala 2019’an de 79 hezar donum şewitiye.

(nr)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist