Dîmenê bêhempa yê keskesora li asîmanê Şengalê

Li Şengalê piştî barana biharê ya her cih hêşîn kiriye keskesora li asîman diyar bû bi rengîniya xwe dîmenekî bêhempa û efsûnî derxist holê.


Li Şengalê dîmenê keskesora bêhempa û efsûnî ya baranê li pey xwe hişt ji aliyê rojnamevan Mem Avba ve hat kişandin.

Keskesora xweşikî li xweşikiya Şengalê zêde kir, bi deqeyan ji aliyê welatiyan ve bi coş û heyecan hat temaşekirin.