ROJNEWS / WERTÊ
Di demsala payîzê de xweşikbûna Wertê bala mirovan dikşîne ser xwe. Kesên xweşikbûna payîza Wertê dibînin, jê têr nabin. Bi taybet pelên dar renga reng bi ketina nava avê de dîmenek bêhempa dide.
Her çiqas di demsala Havînê de bi sedan geştiyar serdana çem û rûbarê Wertê dikin, lê di demsala payîzê de ku pileya germê dikeve , sermaya vê biheştê dijware netenê geştyar serdan dikin, li vir helbestvan jî hestên xwe tînin ziman. Beşek jê peyîzê dikin çavkaniya xwe ya nivîsa helbestan û beşek jî peyîzê weke werza şûmê pênase dikin û li dijî werza payîzê helbestan dinivîsin.
Payîz weke sembola îlhama helbestvan, rewşenbîr û wêjevanan û evîndaran têkelî zivistana dijwar a Wertê dibe. Li vir berdewam xweşikbûna payîzê serdeste.