Dumana petrolê jiyana Germiyaniyan xistiye metirsiyê

Niştecihên gundên derdora Germiyan diyarkirin ku ji ber dumana bîrên petrolê gelek nexweşî derdikevin. Welatiyan gotin divê çareseriyek ji vê dumana petrolê re were dîtin, ji ber ku em her roj bi çavê xwe dibînin dumanek çawa dikeve nava malên me. Herwiha hat gotin ji ber vê dumanê çandinî jî dibin metirsiyê deye.


Bîrên Petrolê yên li gundê Hesire a ser bi navçeya Serqale ya ser bi bajarokê Kifrî di sala 2011’an de ji aliyê şirketa Gaz Prom a Rusî ve hatiye çêkirin û kar li ser tê kirin. Ev bîra petrolê rojane 25 hezar bermilên neftê derdixe.

Dumana van bîrên petrolê tendûristiya niştecihên gundên Sedawe, Karêzeî Heme Kîfe û Kewaşermûyê xistiye nava metirsiyê.  Ji ber ku ev duman bûye metirsiyek li ser tenduristiya mirovan. Li ser vê yekê welatiyên niştecihên gundên derdora Germiyan ji RojNews re axivî.

Yek ji niştecihê gundê Sedawe Elî Osman li ser metirsiya dumana bîrên petrolê axivî û got; “Nêzîkî meheke dumana bîrên petrolê yên li derdora gundê me gelek zêde bûye. Bi awayek berçav em dibînin, ezman reş dibe û dinava gund de jî em vê hîs dikin û hemû dikeve bedena me. Hemû lawirên li van derdoran heyî, ji ber vê dumanê dinava metirsiyê dene.”

Osman di dewamê de got ku niha bîrên petrolê yên gundê Kewa Çermu di qonaxa bicih kirinê dene, ger bi heman sîstemê yên gundê Hesire jî bên bicih kirin, divê xelkê navçeyê dev ji cihên xwe berdin.

Welatiyê binavê Mehmud Salih ê xelkê gundê Çermu jî li ser heman mijarê axivî. Salih diyarkir ku ji ber ku bîrên petrolê nêzîkê wane ditirsin û wiha pêdeçû; “Ji ber ev bîr gelek nêzîkê gundên mene, em bi eşkereyî teniyê li ser kelûpelên xwe û malên xwe dibînin. Ev bi xwe cihê metirsiyê ye, mixabin li ser vê metirsiyê hewldanên ti kesê nînin.”

Salih destnîşankir ku gelek caran pisporên jîngeyê û bizîşkan li ser vê dumanê me hişyar kiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Gelek caran bizîşk û pisporên jîngehê me li ser metirsiya vê dumanê agadar kirine. bizîşkan ji mere gotine ger ev yek neyê çareser kirine, dibe ku di demek nêzîk de nexweşiyên pîs derbikevin holê. Ji van nexweşiyane jî ya herî pîs penceşêr ango kansere.”

Yek ji encûmenê gundê Karêze yê Heme Kîf Ubêd Ehmed balkêşa ser metirsiya nexweşiyan û got; “Li gundê me 3 kes nexweşiya tengenefesê ketine, ji wana yek kêmek başbûye, fehsên wan şandine nexweşxaneyên li Îranê. Welatiyek din jî ê nexweşbûyî li nexweşxaneya Silêmaniyê dibin çavdêriya bizîşkan deye.”

Li gorî coxrafînasê bi navê Mîqdad Hesen jî, metirsiya niha wê di dema pêş de bandorek nerênî li ser jîngeya navçeyê jî bike. Hesen got; “Ev duman wê bandorek nerênî li ser xwezayê bike, herwiha bandorek nerênî li ser çandiniyê jî dike. Duman dibe sedemê lewaziya çandiniyê, ji bilî vê bandorê li ser civaka mirovan jî dike.”

Hesen ji bo çareser kirina pirsgirêka dumana bîrên petrolê jî got; “Divê gaza derdikeve li pîşesazî ji bo gaza malan bê bikaranîn. Ev yek li welatên pêşketî tê kirin, herwiha ji bo destxistina enerjiyê jî tê bikaranîn. Dema ev hat kirin, wek niha duman dernakeve.”

Rêveberê navçeya Serqale a ser bi bajarokê Kifrê Ramyar Ebdulrehman jî li ser metirsiya dumana petrolê û daxwazên welatiyan axivî. Ramyar got; “Me dinava 2 mehan de zêdetirî 3 caran civînê bi şirketa Gaz Prom re kiriye. Me ji wan re got divê ji bo vê yekê çareseriyek were dîtin, ji ber ku duman zêdebûye û welatî nerazîne. Wana jî soz dane ku di demek zûde ev pirsgirêk were çareser kirin.”

(nr)