Forûma Ava Mezopotamya li Silêmanî berdewam dike

Li Silêmaniyê bi beşdarbûna zêdetirî 200 akademînsyen, jîngehparêz û berpirsên Bakur, Başûr, Rojava û welatên Îran, Iraq, Tirkiye û Sûriyeyê ‘Forûma Ava Mezopotamya’ di roja xwe ya duwem de berdewam dike. Îro guftugo li ser serçaweyên pîskirina avê û ziyanên bendavan hate kirin.


Li Kolêja Zanistî ya Zanîngeha Silêmaniyê bi beşdarbûna zêdetirî 200 akademînsyen, jîngehparêz û berpirsên xwecihî yên Bakur, Başûr, Rojava û welatên Îran, Iraq, Tirkiye û Sûriyeyê Konferansa Forûma Ava Mezopotamya berdewam bike.

Armanca konferansê ewe ku formekî hevbeş ji bo ava Mezopotamya peyda bikine. Ji bo ku ev av ji bo zextên siyasî di nava welatên ku ev av çavkaniya wane neyê bi karanîn.

Îro Forûma Ava Mezopotamya di roja xwe ya duwem de berdewam dike. Di forûmê de li ser bihêzkirina piştigiriya ji  bo çalakiyên parastina avê, pîskirina avê a bi rêya pîşesazî, pirsgirêka jîngehan, siyaseta nû ya ji bo rêvebirina avê li mezopotamya, lêkolînên li ser bendavên li Rojhilatê Kurdistanê û encamên wê yên li mezopotamya, xerc kirina avê ya ji aliyê mirovan û bandora wê ya li mezopotamyayê hatin gufuto kirin.

Forûm berdewam dike û tê payîn sibe dawî lê were.

(nr)