Forûma Avê ya Mezopotamyayê bang li Tirkiye û Îranê kir

Çarşem, 17 Avrêl 2019 – 11:51  NAVENDA NÛÇEYAN

Forûma Avê ya Mezopotamyayê bang li Tirkiye û Îranê kir

Encamnameya Forûma Avê ya Mezopotamyayê ya li bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê pêh hatî, hate eşkerekirin. Di forûmê de bang li Tirkiye û Îranê hate kirin ku avê li ser Iraq û Sûriyê qut neke.


Forûma Avê ya Mezopotamyayê di navbera 6-Nîsanê de li Zankoya Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê hate lidarxistin. Îro jî encamnameya forûmê hate eşkere kirin. Di derdora 200 jîngehparêz, pisporên jîngehê, mamosteyên zanko, nûnerên rêveberiyên herêmî yên ji çar parçeyên Kurdistanê, IIran, Iraq, Tirkiye û Ewropayê tevlî forûmê bûbûn. Di Forûmê de li herêmê sedema pirsgirêkên avê û rêyên alternatîf yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan hatibûn nîqaşkirin. Di Forûma ku 3 roja ajot de gelek mijar bi şêweya atolyeyan hatin gotûbêjkirin û di roja dawî de hemû hatin hevparkirin.

Di forûma 1’emîn a Silêmanî de biryar hate girtin ku forûma 2’emîn li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê were lidarxistin.

Di encamnameya forûma avê de ev xal derketin pêş:

“Divê li dijî polîtîkayên avê yên mêtinger were sekinandin.

Ji bo avên Dîcle û Firatê li hemû mirov û zindîweran were parvekirin, piştgiriya ji bo peymannameyên navneteweyî were kirin.

Divê li dijî hegemonyaya avê were derketin û destûr neyê dayîn ku ev tişt wekî çekê were bikaranîn. Li Mezopotamyayê dewletên ku li jor in divê mafê bidestxistina avê ya welatên jêr qebûl bikin.

Em bang li Tirkiye û Îranê dikin ku bila ava diçe ser Sûriye û Iraqê qut nekin.

Ji bo sekinandina Bendava Ilisûyê ya ku ew ê Heskîfê di bin avê de bihêle û ji bo ku qadên avî yên li Iraqa Başûr were parastin, em bang dikin.

Divê were diyarkirin ku av mafê her kesî ye.

Divê li cihên nêzî avê maddeyên kîmyewî neyên bikaranîn, divê tovên hîbrît û yên ku genetîka wan hatiye guherandin, tu carî neyên bikaranîn.

Ava ku ji bo çandiniyê tê bikaranîn divê ji aliyê endustriyê ve neyên qirêjkirin.

Yek ji sedema qirêjbûna Çemê Dîcleyê ev e ku heta Bismilê ne di statuya çem de ye. Divê aliyê jor ê Çemê Dîcleyê dîsa têkeve statuya çem.

Kampanyaya Danjiyîna Dîcleyê dikare wekî tora çalakgerên avê were xurtkirin û bi rapor û daxuyaniyên hevpar rewş ji raya giştî re werin pêşkêşkirin.

Armanc ev e ku Forûma Avê ya Mezopotamyayê ya 2’emîn li Amedê were lidarxistin.”

(bz)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist