Geliyê Xanzad hat paqijkirin

image_print

Pênçşem, 16 Avrêl 2020 – 20:30  NAVENDA NÛÇEYAN

Geliyê Xanzad hat paqijkirin

Jîngehparêz û welatiyên Herîr bi wesîleya Roja Jîngeha Kurdistanê Geliyê Xanzad paqij kirin.


Komek jîngehparêz û welatiyên li bajaroka Herîr a girêdayî navçeya Şeqlawa ya Hewlêr bi wesîleya Roja Jîngeha Kurdistanê çopên li Geliyê Xanzad paqij kirin.

Çalakvan û jîngehparêz Mihemed Amokeyî yê têkildarî aktîvîteyê ji Rojnews re axivî bal kişand ku bi wesîleya Roja Jîngeha Kurdistanê bi hevkariya şaredariya Herîr û beşek ji çalakvanan pêngaveke komkirina çopên li Geliyê Xanzad  dan destpêkirin.

Mihemed bal kişand ku kesên diçin seyranê weke pêwîst girîngiyê nadin jîngehê û got, “Em daxwaz dikin ku xelkê xoşewîst ê bajaroka me girîngiyê bidin jîngehê. Çopan li pey xwe nehêlin û deynin deverên hatine diyarkirin.”

(yş)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist