Gelo metirsiya gaza kîmyayî li ser Helebce maye?

Sêşem, 31 Berfanbar 2020 – 08:05  HERÊM QADIR/ROJNEWS

Gelo metirsiya gaza kîmyayî li ser Helebce maye?

Komeleya Qurbaniyên Helebce, diyar kir ku heya niha li Helebce 6 jêrzemîn hene û hîna bandora gaza kîmyayê li ser e û metirsiyê dixe ser tendirûstiya welatiyan. Têkildarî mijarê Cîgirê Waliyê Helebce Kawa Elî jî got; “Heya niha ti tiştek bi fermî li ser vê mijarê ji me re nehatiye ragihandin. Her wiha ti bandorek nerênî ya kîmyaye li ser xak û ava Helebce yê nine


Piştî kîmyabarana Helebce ya sala 1988’an û şûnde gelek rêxistin û zanîngehên navnetewî û kompanyên mezin ji bo lêkolînkirina bandora gaza kîmyayê li ser xak û ava Helebce yê lêkolînan kirine. Lê heya niha encama van lêkolînan nehatiye eşkere kirin. Vê yekê jî bi xwere metirsî li cem xelkê Helebce û Komeleya Qurbaniyên Helebce peyda kiriye.

Li ser vê mijarê Endamê Komîsyona Bilind a Komeleya Qurbaniyên Helebce Hikmet Fayeq, ji Rojnews’ê re axivî û got; “Di dema derbasbûyî de gelek rêxistinên navnetewî hatine Helebce, ji bo lêkolînkirinê nimûne ji xak û av hewaya bajêr girtine. Lê heya niha encamek wisan têrker a van lêkolînan bi destê me neketiye.”

Di dewama axaftina xwe de Fayeq da zanîn ku Herêma Kurdistanê saziyek bi navê Saziya Jîngehê heye, divê ev sazî ji aliyê hikûmetê ve bi fermî şandiban Helebceyê û lêkolînê li ser av û hewaya Helebceyê kiriban. Di dewamê de Fayeq got; “Heya niha jî di hinek jêrzemînên li bajêr de bandora çekên kîmyayî maye.  Ev bandorê li ser jîngeh û çandiniya deverê dike. Di encama lêkolînan de derketiye holê ku rêjeya nexweşiyan li vê herêmê zêde ye. Ji vê yekê jî diyar dibe ku heya niha jî bandora gaza kîmyayê li ser jîngeha deverê heye.”

Hikmet Fayeq îşaret bi  rapor û lêkolînên hinek ji ajans û rêxistinên lêkolînan pêkanîne kir û got; “Li gora hinek rapor û lêkolînên hatine kirin, bandora gaza kîmyayê li ser hinek ji jêrzemînên di nava bajêr de hene mane. Em jî li gora daxuyaniyên van rêxistinan di axivin. Her wiha me bi fermî daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye vê pirsgirêkê zelal bikin. Me daxwaz kiriye bên lêkolînek baş li ser xak û av hewaya Helebce bikin û ragihînin ku ti metirsiyek nine.”

Li aliyê din li ser mijarê Cîgirê Waliyê Helebce Kawa Elî jî axivî û ev tişt gotin; “Ji beriya Helebce bibe parêzgeh çend rêxistinek cîhanî hatine li ser xak û ava bajêr lêkolîn kirine. Lê encama van lêkolînan ji îdareya bajêr re nehatiye ragihandin. Ji bo mînak sala 2015’an rêxistinek bi navê Global Lîrîv li gel zanîngehek ya Efrîqa Başûr ji bo lêkolînkirinê hatin hinek nimûne ji xak û ava Helebce girtin. Lê ji ber pirsgirêka vîze û nebûna konsolosxaneyên van welatan li Herêma Kurdistanê, van rêxistinan nekarîne carek din vegerin Herêma Kurdistanê û encaman ragihînin. Lê piştî me par civînek li gel Nûnerê Yekîtiya Ewropa li Helebce kir, nûnerê Eropayê ji me re diyar kir ku encama ji lêkolînên hatine kirin hemû paqij derketine. Yanî ti bandorek nerênî ya kîmyaye li ser xak û ava Helebce yê nine.”,

Têkildarî jêrzemînên ku bandora gaza kîmyayê hîna li sere jî Kawa Elî got; “Nizanîn ew jêrzemîn li kuderêne, heya niha cihê van jêrzemînan ji me re nehatiye gotin. Ger ji me re bêjin û me jê haydar bikin, em ê lêkolînek tam li ser bikin û aliyên peywendîdar jê agahdarbikin.”

(şk)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist