Geştiyar ji bo bigihin Dola Pirjê neçarin rêyek xirab bikarbînin

În, 19 Tîrmeh 2019 – 07:26  ZUSIK BALEK/ROJNEWS

Geştiyar ji bo bigihin Dola Pirjê neçarin rêyek xirab bikarbînin

Tevî ku niha li piraniya cihên sar û zozananên Kurdistanê befir heliya ye û li bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê germayek zêde heye, lê hîna befrek zêde li seyrangeha Pirjê ya li  Balekayetî maye. Geştiyar jî ji bo xwe bigihînin berfa vê deverê neçar dimînin rêyek gelek xirab bikarbînin.


Dola Pirjê ya li herêma Balekayetî ya serbi parêzgeha Hewlêrê ji ber cihê xwe yê coxrafî di her çar werzên salê de befrek zêde lê dimîne. Hemû rojên îna bi taybetî di demsala Havînê de welatî ji bo derbazkirina demek xweş dinava vê befrê de û xwarina befra xwezayî berê xwe didin vê deverê. Lê ji ber xirabiya rêya vê deverê geştiyar zehmetiyek zêde dibînin, welatiyan daxwaz kirin ku xizmetguzariyek ji bo vê deverê were kirin.

Jina ciwan Sazan Ebdullah ku wêjî serdana Dola Pirjê kiriye, eşkere kir ku deverek gelek balkêşe, ji berku befrek zêde lê heye û gelek hênike.

Sazan Ebdullah di dewama axaftina xwe de got; “Welatî bi zorê xwe digihînin vê deverê, rêya wê gelek nexweşe. Ji bona wê daxaz ji hikûmet û aliyên peywendîdar dikim vê rêyê çêkin.”

Welatiyê bi navê Mihemed Resûl ji bo xwe bigihîne Dola Pirjê rêyek dûr û zehmet xistiye pêşiya xwe. Mihemed Resûl ji ber nebûna xizmetguzariyan ji bo deverê fikarên xwe anî ziman û ev tişt gotin; “Ger hikûmet projeyên xizmetguzarî ji vê deverê re bike û rêya wê çêke, wê gelek geştiyar berê xwe bidin vê deverê. Wê sudek mezin hem bigihe hikûmetê hemjî xelkê deverê. Ji bona wê daxwazê ji hikûmetê dikîn ku xizmetguzarî ji vê deverê re bike.”

Jina ciwan a binavê Hêlîn Zirar ku ji bo derbazkirina demek xweş berê xwe hatiye Dola Pirjê, wê jî bi heman awayî daxwaz ji hikûmetê kir ku xizmetguzarî ji deverê re were kirin, ji bo hîn zêdetir geştiyar berê xwe bidin deverê.

Dola Pirje yek ji wan seyrangehên herî sar û balkêş yên Herêma Kurdistanê tê binavkirin. Dikeve li qontara Çiyayê Heserî Sekran a li Balekayetî. 12 kîlometran ji bajarokê Çoman dûre. Salane ji gelek deveran geştiyar berê xwe didin vê deverê. Dola Pirjê ji ber cihê xwe yê coxrafî di herçar werzên salê de befrek zêde lê heye. Ji binê befrê jî avek sar diherike. Li vê deverê pileya germayê bi roj dinavbera 10 ta 20 pilan de ye, şevan jî pile dadikeve nêzî sifrê.

https://youtu.be/YreXXUKWKY4″>

(şk)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist