Gundê xwe şîn dikin û dixin cihek geştiyarî

Çar ciwanên ji gundê Şîremer bi çandina 100 şitlên ji darên cûda cûda dixwazin gundê xwe bikin cihek geştiyarî.


Karwan Ezîz, Mihemed Mehmud, Serçil Yunis … çar ciwanên ji gundê Şîremer a serbi navçeya Xurmal a parêzgeha Helebce ne. Di sala 2014’an de li derdora serkaniya ava gund 100 şitlên darên ji cûrê Sinewber, tû, sibeh beh çandin. Armanc ji çandina van şitlên daran ew bû, hem gundê xwe şîn bikin hemjî gundê xwe bikin deverek geştiyariyê.

Pênc salin ev ciwan bi van daran re mijûl dibin û di parêzin. Niha ew cih bûye cihekî xweş û balkêş. Lê pêwîstî bi şînkirinek hîn zêdetir ya çandina gul û daran heye.

Her çendî ku di demsala Havînê de pêwîstî bi avdanek zêdetir heye jî, lê ji berku ev ciwan di saziyên hikûmetê de kar dikin, diyar kirin ew nikarin heroj avdaniya daran bikin, ji bona wê hefteyê du rojan ji bo avdaniyê demê xwe veqetandine. Herwiha ciwanan ji xelkê gund daxwaziya alîkariyê kirin.

Ciwanê binavê Mihemed Mehmud dilgirane ji wan kesên ku bi armanca derbazkirina demek xweş serdana wê derê dikin lê li şûna ku bi parêzin, paşmayên xwe dicih de dihêlin û jîngeha deverê qirêj dikin.

Ciwanê bi navê Serçil Yunis jî got; “Despêkê li vêderê  tu darek tûnebû, lê niha bûye seyrangeh biçûk û cihê aramiyê. Em daxwaz ji welatiyan dikîn bi parêzin û jîngeha deverê qirêj nekin.”

Ciwanan biryar dane ku li gora derfet û jêhatinên xwe xizmetek hîn zêdetir ji jîngeha deverê re bikin û rêjeya şînkatiya gundê xwe hîn zêdetir bikn. Ciwanan gotin, “Temen dirêjî û tendirûstiyek baş bi jîngehek paqij ve girêdaye. ji bona wê divê em hîn zêdetir giringî bi çanda dar çandinê bidîn.”

(şk)