Gûzên Hewraman di bin gef û metirsiya bakteriyê de ne

Berhema gûzan ku ji bo welatiyên li gundên Hewraman yek ji çavkaniya debarê ye, di bin gef û metirsiya bakteriya bûye belaya serê daran de ye.  


Ev nexweşiya qirker a li herêmê weke lareş tê naskirin, li beşek ji gundên Hewraman belav bûye. Ev bakterî bandorê li darên gûzan dike.

Ev du sal in nexweşiyekê ku ji sedî 20 di nav darên gûzan de derketiye holê, pel û şaxan hişk dike.

Têkildarî vê mijarê Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê ya Helebce ku ji bo kêmkirina vê metrisiyê ketiye nav hewldanan, cureyê vê nexweşiyê diyar kiriye.

Ev nexweşî ku ji jêra dara gûzê dest pê dike, bi demê re berhemên darê nahêle û paşê jî bi temamî darê hişk dike.

Her çi qasî sedema belavbûna nexweşiyê nayê zanîn jî, rêveberiya çandiniyê bi dermanên bi kar tîne hewl dide vê nexweşiyê bi dawî bike.

‘Nexweşî sal bi sal belav dibe’

Welatiyê bi navê Mihemed Hacî Reşîd ê li herêma Sosekan a Hewraman baxê wî heye, got, “Ev nexweşî sal bi sal belav dibe û heta niha ti çareseriyek nehatiye dîtin. Em daxwaz ji Wezareta Çandiniyê dikin ku bikevin nav hewldanan û çareseriyeke lezgîn bibînin.”

‘Du cure nexweşî ne’

Endezyarê Beşa Parastina Nebatan Şerîf Mahmud jî têkildarî mijarê diyar kir ku ev nexweşî berî niha bi sê salan derket holê û got, “Sala 2018’an bi temamî em bi nexweşiyê mijûl bûn. Ji bo destnîşankirina cureyê nexweşiyê lijneyekê dest bi kar kir. Mînakên hatin girtin ji bo testê şandin laboratuvara Helebce. Derket holê ku du cure nexweşiyên bakterî ne. Ji vê bakteriyê re lareş tê gotin.”

‘Beşek ji nexweşiyê ketiye bin kontrolê’

Şerîf Mahmûd bal kişand ku qismek ji xwediyên baxan pabendî bicihanîna mercên têkildarî mijarê nebûn, lê tevî vê jî beşek ji nexweşiyê kirine bin kontrolê.

Li gor amarên Rêveberiya Çandiniyê ya Helebce li Hewraman û Helebce nêzî 100 hezar darên gûzan hene.

Ji salên borî cudatir niha baxên Hewraman ku piranî ji bo geştyariyê tên vekirin, ev xisûs ji berheman zêdetir feydeyê li xwediyê baxan dike.

(yş)