Hecî Xidir heta niha jî zeviyê xwe bi ga cot dike

Pênçşem, 2 Jan 2020 – 08:08  MIHEMED HESEN/ROJNEWS

Hecî Xidir heta niha jî zeviyê xwe bi ga cot dike

Li herêmên çiyayî yên Başûrê Kurdistanê welatî hê jî erd û zeviyên xwe bi ga cot dikin. Yek ji wan jî welatiyê bi navê Hecî Xidir e.


https://youtu.be/7s4ksA9Iz5E”>

Hecî Xidir Seîd ê 70 salî ku li gundê Hertelî yê girêdayî bajaroka Bêtwate ya Ranya rûdine, nêzî 58 sal in hê jî bi ga zeviyên xwe cot dike.

Hecî Xidir têkildarî karê xwe ji Rojnews re axivî.

Hecî Xidir diyar kir ku dema 12 salî bû, bavê wî ew fêrî cot kiriye û got, “Ez vî karî heta niha jî didomînin. Zehmetiyên mirov bi ga zeviyan cot bike heye. Eger gayekî baş be mirov zêde naweste, lê eger gayekî teze û nû mirov pêre diweste.”

Hecî Xidir anî ziman ku tevahî kelûpelên ji bo cotkirinê ew bi xwe li bazarê dikirin.

Mam Xidir di dewama axaftina xwe diyar kir ku beriya traktoran xelkê gund pêkve û bi ga cot dikir, lê niha ev kêm bûye.

Hecî Xidir her wiha diyar kir ku li hinek deverên çiyayî tenê bi ga mirov dikare cot bike.

(yş)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist