‘Herêm ji bo xebata rojnamevanan bi tehlûke ye’

Sêşem, 26 Nov 2019 – 07:38  Mihemed Hesen/Rojnews

‘Herêm ji bo xebata rojnamevanan bi tehlûke ye’

Rojnamevanên îdareya Raperîn ên têkildarî rojnamevan Zubêr Bradostî ku ev 4 meh in di bin çavan de ye axivîn, diyar kirin jîngeha herêmê ji bo kar û xebatên rojnamevantiyê jîngeheke bi tehlûke ye.


https://youtu.be/vh6SGJ5DGfo”>

Nûçegihanê ajansa me Zubêr Bradostî ji 21’ê Tebaxê ve ku ji aliyê hêzên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve hate binçavkirin, heta niha nayê zanin ji ber çi û li gor çi yasayê hatiye binçavkirin.

Têkildarî binçavkirina Bradostî û her wiha rewşa kar û xebatên rojnamevantiyê ya li Herêma Kurdistanê rojnamevanên îdareya Raperîn a girêdayî Silêmaniyê ji Rojnews re axivîn.

‘Roj bi roj kar û xebata rojnamevanan tengtir dibe’ 

Rojnamevan Mecîd Bitwênî da xuyakirin ku jîngeha Herêma Kurdistanê ji bo kar û xebatên rojnamevantiyê jîngeheke bi tehlûkeye ye û got, “Mixabin li herêmê dadgeh û yasa nînin. Dadgeh hê zêde ji bo berjewediyên hizbî û şexsê tên bikaranîn. Dîsa mixabin li Herêma Kurdistanê rojnamevan li gor yasaya hejmar 35 a 2007’an nayên dadgehkirin û di dosyayên wan de guhertinan çêdikin.”

Bitwênî îşaret bi rola desthilatdariya Herêma Kurdistanê kir û wiha dewam kir: “Xwe weke yek ji xweragirên demokrasî û azadiyê raber dikin. Lê belê mixabin roj bi roj kar û xebata rojnamevanan tengtir dibe.”

Bitwênî têkildarî Zuber Bradostî yê 4 meh in dibin çavan de ye jî got, “Binçavkirina Zubêr Bradostî li dijî hemû yasayên rojnamevantiyê ne. Ji esasên exlaqî û mafên mirovan dûr e. Em hêvîdar in kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo yasayên têkildarî rojnamevanan xebateke cidî bike. Ji ber heke bi vî awayî mafên rojnamevanan werin binpêkirin bêguman di asta navneteweyî de wê der heqê astengkirina azadiya xweîfadekirin û ramanê de li hember Herêma Kurdistanê lêpirsîn bên kirin.”

‘Azadiya xweîfadekirinê tê astengkirin’ 

Rojnamevan Eyûb Wertî jî destnîşan kir ku desthilatdariya Başûrê Kurdistanê hewl dide azadiya ramanê û xweîfadekirinê asteng bike û got, “Niha rojnamevan di asteke baş de nînin. Ji berê ve û heta niha desthilatdariya herêmê bi awayekî neyasayî û bikaraneanîna yasayan ji bo berjewendiyên xwe azadiya raman û xweîfadekirinê asteng dike. Ev niha jî berdewam dike.”  

Eyûb di dewama axaftina xwe de got ku sedema vê ya yekem jî rojnamevan bi xwe ne û wiha axivî: “Ji ber di demeke ku rojnamevanekî dilêr û rast ê weke Zubêr Bradostî zêdetirî 4 mehan e di zindanê de ye bi hezaran rojnamevanên li Herêma Kurdistanê di malên xwe de rûniştîne. Heta niha pir kêm kesan helwesta xwe nîşan dane.”

Eyûb axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li gor min heke rojnamevan ji qalibên hizbî derkevin, qet wê pêwîst neke mirov li hember binpêkirina mafekî têkildarî rojnamevanan civaka navdewletî agahdar bikin. Ji ber wê rojnamevanên me bi zexta xwe mafên xwe bi dest bixin.”

(yş)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist