Hewlêr û Bexdayê rewşa jîngehê guftûgo kirin

Sêşem, 28 May 2019 – 14:54  HEWLÊR / ROJNEWS

Hewlêr û Bexdayê rewşa jîngehê guftûgo kirin

Şandeyek Wezareta Jîngehê ya Iraqê bi armanca guftûgokirina li ser  parastina jîngeh û pêşîlêgirtina metirsiyên xwezayî hate Hewlêrê û wê ji bo berpirsên jîngehê yên Herêma Kurdistanê du rojan semîneran bide.


Şandeyek Wezareta Jîngehê ya Iraqê bi armanca guftûgokirina li ser  parastina jîngeh û pêşîlêgirtina metirsiyên xwezayî hate Hewlêrê. Şandeyekê li Rêveberiya Desteya Parastina û Çêkirina Jîngehê ya Hewlêrê ji bo hejmarek parêzer û karmendên Desteya Parastina û Çêkirina Jîngehê semînek da. Wê semîner du rojan berdewam bike.

Berdevkê Desteya Parastina û Çêkirina Jîngehê ya Herêma Kurdistanê Hindirîn Şêx Raxib li ser mijarê daxuyanî da û got; “Em dixwazin hemahengî di navbera Desteya Parastina û Çêkirina Jîngehê û Wezareta Jîngehê ya Iraqê de hebe. Ji bo pêşîlêgirtina  karasatên xwezayî û metirsiyên li ser jîngehê. Li semînerê de ji bo programa Japonya ji bo parastina jîngehê were bikarîn guftûgo hate krin. Ew progranm nêzî salekê ye li Iraqê hatiye bi cih kirin. Li welatê Japonya ji bo karmendên wezareta jîngehê ya Iraqê dewreyên perwerdeyê hatien vekriin.”

Berdevkê Desteya Parastina û Çêkirina Jîngehê ya Herêma Kurdistanê Hindirîn Şêx Raxib eşkere kir ku îsal vê sîstema Japonya ya parastina jîngehê li Herêma Kurdistanê jî were ceribînin.

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist