‘Hikumet weke pêwîst girîngiyê nade berhemên navxweyî’

În, 13 Îlon 2019 – 08:56  BRADOST/ROJNEWS

‘Hikumet weke pêwîst girîngiyê nade berhemên navxweyî’

Cotyarên Herêma Bradostê diyarkirin ku li rexmê îsal berhemên navxweyî baş bûn , lê ji ber ku berhemên ji der ve tên Herêma Kurdistanê nehatin qedexe kirin, berhemên xwe erzan firotin. Herwiha dan zanîn ku hikumet weke pêwîst girîngiyê nade berhemên navxweyî.


Li Herêma Bradostê cotyaran bi westanek mezin berhemên xwe çandin û dema firotinê hatiye. Lê ji ber ku berhemên ji derve tên herêmê, vê carê berhemên cotyarên herêmê di destê wan di mînin. Cotyarên Herêma Bradostê li ser vê mijarê ji RojNews re axivîn.

https://youtu.be/BVYfR5VGD30″>

Jina bi navê Sulhiye Ferhan zêdetirî 4 mehe bi hevserê xwe û zarokên xwere, bi çandiniyê ve mijûl dibe. Sulhiye da zanîn wana gelek bi zehmetî berhemên xwe gihandine asta dawî, lê berhemên wan di bazarê de nayên firotin. Sulhiye diyarkir ku ji ber vê yekê jî wana zererek mezin dîtine.

Cotyarê bi navê Cêgir Bapîr jî got ku heya niha 5 bar şandine gumirga Hewlêr, lê gelek bi erzanî hatiye firotin û ti sûdek ne daye wan. Cêgir da zanîn ku ew bawer nake hikumet hawirdekirina berhemên derve qedexe bike.

Ciwanê bi navê Soran Xidir jî li ser heman mijarê axivî û got; “Ji ber ku kargeh nîne berhemên me zû xira dibin. Hikumetê jî cihek ji bo me çênekiriye daku berhemên me xirap nebin. Ji ber cihek hebe berhemên me wê di dema pêwîst de hatiban firotin û xirap nedibûn.”

Rêveberê Çandiniya Soran hekîm Abdula jî got; “Sedemê zindî nebûna berhemên cotyaran ewe ji ber ku cotyar tenê berhemek yan jî du berheman diçînin. Cotyar divê salên bê de berhemên zêdetir biçînin.”

Herwiha Hekîm di dawiyê de got; “Ji ber îsal baranek zêde barî, berhemên havînan yên deşta Hewlêr û behemên navçeyên çiyayî bi hevre çêbûn. Ev jî bû sedem ku berhemên navxweyî di bazaran de zêde bibe û xwestin jî kêm bibe. Bê guman hebûna cihek ji bo depokirina berheman da ku xirap nebin li Soran girînge. Di pîlana hikumetê de jî heye ku cihek amade bikin.”

(nr)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist