Iraq: Ger pirsgirêka avê derkeve em ê sûd ji yasayên navneteweyî bigirin

Rêveberê Bendavên Iraqê Mehdî Reşîd têkildarî  pirsgirêka avê ya di navbera Tirkiye û Iraqê de, eşkere kir ku eger Tirıkiye yan jî Îran pirsgirêka avê ji bo wan derbixe, wê sûd ji yasayên navneteweyî bigirin.


Tevî ku di sala 1997'an de peymana bikaranîna rêjeya avê hate îmzekirin û heta niha gelek welat ji bo sûdwergirtina ji avê girêdayî peymannameyên navneteweyîne, lê dewleta Tirk timî ev peyman binpêkiriye. Ji ber Tirkiyeyê vê peymannameyê binpê dike, salên borî li çend parêzgehên Iraqê pirsgirêk kêm aviyê derket.

Rêveberê Bendavên Iraqê Mehdî Reşîd têkildarî pirsgirêka avê li Iraqê ku havîna par bû sedema gelek nerazîbûna ji Rojnews'ê re axivî.

Rêveberê Bendavên Iraqê Mehdî Reşîd eşkere kir ku peywendiyên wan ên dîplomasî li gel Tirkiyeyê û Îranê hene û got ku mafê wane ava pêwîst bigirin.

Rêveberê Bendavên Iraqê Mehdî Reşîd têkildarî pirsgirêka avê ya par di navbera Tirkiye û Iraqê de çêbûyî û li parêzgehên Iraqê bûyî sedema nerazîbûna xelkê got; "Di dema derketina her pirsgirêkekê de, em ê sûd ji yasayên navneteweyî bigirîn, ji bo wergitina ava pêwîst ji Tirkiyeyê yan Îranê."

(rn)