Îsal li Helebce 20 hezar donim erazî şewitiye

Yekşem, 29 Berfanbar 2019 – 11:46  HELEBCE /  ROJNEWS

Îsal li Helebce 20 hezar donim erazî şewitiye

Îsal li Helebce 20 hezar donim daristin û pûş şewitiye. Herwiha 121 kes jî hatine binçavkirin yan girtin.


Berdevkê Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngeha Helebce Milazim Ferman Omer di civîna çapemeniyê de bîlançoya îsal ya şewat û bûyerên jîngehê eşkere kir.

Li gorî bîlançoyê îsal li Helebce 20 hezar donim daristin û eraziyê bi pûş şewitiye. Herwiha 121 kes ji ber bûyerên şewat, nêçirvan û bûyerên din hatine binçavkirin û girtin. Li gorî salên din ev rêje du qat bûye.

Herwiha li gorî bîlançoyê 50 balindeyên zindî hatine desteserkirin û piştre berdane nava xwazayê û 28 amûrên veguhestinê yên weke wesayît û matorbiskilêt hatine desteserkirin. 320 torên girtina masaiyan û 601 kîlo masî hatine desteserkirin.

Li gorî bîlançoyê kesên ji ber bûyerên jîngehê hatine binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve cezayê girtinê yan jî cezayê pere li wan biriye.

(ab)

 

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist