Ji ber bombebanên Tirkiye û Îranê li sînorên Başûrê Kurdistanê ajal û firindeyên kovî telef dibin. Ev rewş bûye sedema fikara jîngehparêzên Soran û daxwaz dikin ku topbaran û bombebarana van herdu welatan were rawestandin.
Herçiqas polîsên jîngehe û daristanên Herêma Kurdistanê dixwazin firinde û ajalên kovî ji nêçîrvanan biparêzin, lê vê carê ajal û firinde dibin qurbaniyê topbaran û bombebaranên Îran û Tirkiyeyê. Ev rewş bûye sedema fikara jîngehparêzan.
Jîngehparêz Sîrwan Şêx Hacî ku di heman demê endamê Rêxistina Ware ya Parastina Jîngehê ya li Sorane, diyar kir ku cihê kêfxweşiyê ye firinde û ajalên kovî dibin bi destê xwe berdin, lê ji aliyek din ve bombebaran û topbaranên Tirkiye û Îranê bûye cihê fikarê û salene dehan curê ajal û balindeyan tine dibin.
Jîngehparêz Sîrwan Şêx Hacî diyar ku ev herdu welat dijminê xweza û jîngeha Kurdistanê ne û dixwazin bi her awayî dijmintiyê li gel xelkê Kurdistanê bikin û got: “Roj bi roj bombebarên Tirkiyey û Îranê zêdetir ajal û balindên kovî tine dikin. Daxwazê dikin ev herdu welat bombebaranê rawestîne û êdî jingeha Kurdistanê tine neke.”
Berdevkê Polîsên Jîngeh û Daristanan a Soran Emîr Xoşewî li ser mijarê axivî û got: “Sînorê îdareya serbixwe ya Soran herêmek berfireh a çiyayî ye. Destê tîmên me ji bo kontrolkirina nêçîrvaniya ajal û firindeyan nagihe her cihî. Cihê kêfxweşiyê ye dikarîn ajal û firindeyên li herêma xwe biparêzin. Ji aliyê din ve ji ber topbaran û bombebaranên welatên cîran fikarin ku ji ber bi dehan ajal û firindeyên kovî telef dibin. Ji bo tiştek ji destê me nayê.”
Berdevkê Polîsên Jîngeh û Daristanan a Soran Emîr Xoşewî diyar kir ku li herêmê wan nikarin ti kesekî ku ajal û firindeyên kovî nêçîr dikin, bigirin û got ku vê rewşê jî ew fikar kirine ku ziyan li gelek ajal û firindeyan bûye.
Îdareya serbixwe ya Soran, herêmek çiyayî ye û dikeve sêgoşeya Tirkiye, Îran û Iraqê. Gelek çiyayên wê hene. Herwiha deşt, gir û dolên wê hene. Di warê daristanên xwe ve yên xwezayî, ajal û firindeyên xwe ve dewlimende, lê xetereya bombebaran û topbaranên Îran û Tirkiyeyê li ser wan hene.
(ab)