Ji ber darbirîn û nêçîrê 11 kes hatin binçavkirin

Li  Silêmaniyê ji ber çêkirina rijî, darbirîn û nêçîrvaniyê 11 kes ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.


Ragihandina Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngeha Silêmaniyê eşkere kir ku li navçeyên Seyidsadiq û Derbendîxanê yên Silêmaniyê ji ber çêkirina rijî, darbirîn û nêçîrvaniyê 11 kes hatine binçavkirin.

Rêveberê Ragihandina Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngeha Silêmaniyê Hêmin Kimirxan eşkere kir ku li herêma Tasûce ya Seyiqsadiq ji ber birîna daran 4 kes hatine binçavkirin û got ku dest danîne li ser matorek daran, barek darên hişt.

 Hêmin Kimirxan eşkere kir ku li gundê Qayinçe yê Seyidsadiq 3 kesên ku nêçîrvanî dikirin hatine binçavkirin û got ku destdanîne li ser du çifteyên wan.

Herwiha Hêmin Kimirxan  da zanin  ku li herêma Derbendîxanê ji ber çêkirina rijiyê 4 kes hatine binçavkirin û destdanîne li ser 10 torbe rijî. Herwiha 3 kureyên çêkirina rijiyê ji têk dane.

(ab)