Berpirsê Ragihandina Polîsên Daristan û Jîngehê yê Herêma Kurdistanê Fuad Ehmed diyarkir ku ji ber êriş û topbaranên dewleta Tirk û Îranê, ji sedan 10’ê xwezaya Herêma Kurdistanê talan bûye. Fuad ragihand ku wana di nava 10 mehên borî de 535 kes ji ber birîna daran li Herêma Kurdistanê girtine.
Berpirsê Ragihandina Polîsên Daristan û Jîngehê yê Herêma Kurdistanê Fuad Ehmed derbarê talana xwezaya Kurdistanê ya ji aliyê dewleta Tirk û Îranê, herwiha kesên li Herêma Kurdistanê ji ber dar birînê hatine girtin de, ji Rojnews re axivî.
Fuad Ehmed ragihand ku birîna darên Herêma Kurdistanê didomin, li ser wê di nava 10 mehên îsal de 535 kes ji ber dar birînê li Herêma Kurdistanê hatine girtin.
Fuad Ehmed da zanîn ku du curên dar birrînê hene, yek tenê çiq û poşên darê dibirin, lê ya duyem metirsîdare ku ji binî ve daran dibirin û wiha domand: “Bi curê duyem birîna daran di bazarê de zêdetir pere dike ku dibe sedema tunebûna daristanan. Li ser vê di nava 10 mehên îsal de 535 kes ji ber birîna daran hatine girtin.”
Fuad di derbarê birîna daran û bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li ser xwezaya Herêma Kurdistanê wiha axivî: “Ji ber êriş û topbaranên dewleta Tirk û Îranê ji sedan 10’ê xwezaya Herêma Kurdistanê tune bûye. Li aliyê din jî birîna daran ji aliyê van hêzan ve, zêdetir bûye sedema tûnebûna daristanên Herêma Kurdistan. Birîna daran wek sala borî dewam dike, her wiha îsal baldariya medyayê li ser vê yekê zêdetire. Ji ber wê bang dikin ku welatî darên daristanan ne birin. Ji ber ku daristan yên me hemûyanin. Kes û bazirganên ku daran dibirin cezayek tund werdigirin.”
(fk)