Cotyarên Herêma Germiyan diyarkirin ku ji ber ku dewleta Îran beşek zêde avê girtiye, ew êdî nikarin çandiniyê bikin û roj bi roj rewş metirsîdartir dibe. Pisporek jîngehê û çavkaniyê avê jî ragihand ku girtina avê ya ji aliyê Îranê ve bandorek xirab li ser sektora çandiniyê ya Herêma Germiyan kiriye.
Bi salane bi çêkirina bendavan ya ji çavkaniyên ava Sîrwan ya ji aliyê Îranê ve, rêjeya hatina avê ya ji bo Herêma Kurdistanê jî gelek kêmbûye. Ev jî bûye sedem ku sektora çandiniyê li herêmê ber bi lewaziyê biçe. Derbarê mijarê de cotyar û pisporên jîngehê ji Rojnews re axivîn.
Cotyarê niştecihê gundê Berlute ya ser bi Herêma Germiyan Erselan Ehmed derbarê girtina avê de ji Rojnews re axivî û got; “Ji ber asta ava Sîrwan nimzbûye, beşek ji cotyarên gundê me dev ji çandiniyê berdane. Sê sale ji ber ku av nîne me tiştek ne çandiye. Kesên çandiyê dikin hejmarek kêmin, ew jî bi ava bîran çandiniyê dikin. Îran ava robarê Sîrwan kêmkiriye, berê jî dema hişkesalî hebû, ji ber ku ava Sîrwan zêde bû pirsgirêk ji bo me dernediket. Lê niha hişkesalî jî heye, av jî hatiye girtin û ji bo me ev yek dibe pirsgirêk. Berhemên çandiniyê gelek kêm dike.”
Rêvebera Çandiniyê yê Herêma Germiyan Şadiye Hisên jî derbarê mijarê de ji Rojnews re axivî û got; “Girtina ava Robarê Sîrwan ya ji aliyê Îranê ve bandora xwe heye. Ger ew bendav temam bibin, wê ji sedî 30 av were nav xaka Herêma Kurdistanê, ev jî bandorek xirab li ser çandniya herêma me dike. Li sînorê bajarokê Meydan û herêmên nêzî Îranê, darên cotyaran çandibûn hemû hişk bûne. Eger Îran bi temamî wê projeya xwe xilas bike, wê di salên bêde hîn zêdetir bandorek xirab çêbike.”
Pisporê jîngeh û çavkaniyên avê Dr. Ebdulmutelîb Rifet jî li ser heman mijarê ji Rojnews re axivî û got; “Demek dirêje Tirkiye û Îran çavkaniyên avê li ser Iraqê girtine û ev jî buye sedema bandorek xirab ya li ser welat. Ev her du welatên avê digrin ti hesabek ji yasayên navnetewî re jî nagrin. Ji bo vê niha bandora xwe li ser Herêma Kurdistanê zêdetir bûye. Îran bendavê li ser robarê Sîrwan û Zêyê biçûk çêkiriye, ev wê dema pêş de bandorek xirab çêbike. Germiyan nêzî ji sedî 70’ê ava xwe ji dest daye, ji ber ku rêjeya ava ji Îranê tê ji dest daye. Ji bo vê bandora xwe liser çandiniya li Germiyan kiriye, buye sedema sîstema jîngehê jî bi temamê têk biçe. Mixabin heya niha Hikumeta Iraq û Herêmê nekarîne çareseriyek ji vê pirsgirêkê re bibînin.”
(nr)