Ji ber koronayê welatî vedigerin nav gund û xwezayê

Ji ber metirsiya vîrusa Koronayê gelek welatiyan berê xwe dan gundên xwe û bi karê çandiniyê re mijûl dibin. Her wiha ku demsala biharê ye jî ji bo xwarina xwe giya kom dikin.


Karesat û ziyana vîrusa Koronayê ya li ser mirovatiyê ku didome, li Başûrê Kurdistanê Ji ber metirsiya vîrusa Koronayê gelek welatiyan berê xwe dan gundên xwe û bi karê çandiniyê re mijûl dibin. Her wiha ji ber demsala biharê ye jî ji bo xwarina xwe giya kom dikin. Li gor zanyariyan li gundên ji bajaran dûr in mirovên bi vîrusa Koronayê ketine di asta herî kêm de ye.

Welatiya bi navê Gul Ebubekir a li Binarê Qendîlê bi komkirin û paqijkirina giya ve mijûl e got, “Biharên Qendîl pir xweş in. Di vê demsalê de gelek giya şîn tên û derdikevin. Pûng, kivarik, kereng û hwd. gelek giya çêdibin.”

Gul diyar kir ku xwarina van giyayan ji bo tenduristiya mirov pir bi sûd in û wiha dewam kir, “Qendîl herêmeke pir xweş e. Lê ji ber bomberdûmana dewleta Tirk li ser jiyana me metirsî heye. Em nikarin timî li vir bin!"

Welatiyê bi navê Mihemed Hesen Feqê yê di nav zewiyê de dixebite jî diyar kir ku ji ber Koronayê hatine gund û nav xwezayê û li vir hewayeke paqij heye.

Mihemed bal kişand ser girîngiya berhemên xwemalî û got, “Pêwîst e em hemû girîngiyeke zêdetir bidin avadaniya gundan û berhemên çandiniyê yên xwemalî. Ji ber eger ev nexweşî bidome dê xurek ji welatên derve neyên hawirdekirin. Wê demê jî bêguman dê zêdetir pêdivî bi berhemên xwemalî çêbibe, ti pêwîstiya me wê bi welatan nemîne. Her wiha em ê bi pirsgirêkên mirovî re rûbirû neyên.”

(yş)