‘Ji ber ku sîstemek ya cogên avê li Hewlêr nîne lêhî çêdibe’

Li bajarê Hewlêr ji ber ku ti sîstemek ya av herikînê nehatiye çêkirin. Ji bo vê yekê her zivistan li Hewlêr lêhî çêdibe û avek mezin disekine. Endezyarek yê şaristaniyê got ku ji ber ku sîstemek ya av biherike nîne lêhî çêdibe, heya niha Hikumeta Herêmê ti çareseriyek ji bo vê yekê ava nekiriye.


Her sal bi barîna baranê re, li Herêma Kurdistanê û taybet bajarê Hewlêr û navçeyên wê lêhî çêdibe. Heya niha Hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo vê yekê çareseriyek ava nekiriye. Endezyarê şaristaniyê Ebdulrehman Mihemed di derbarê vê mijarê de ji RojNews re axivî.

Endezyarê şaristaniyê Ebdulrehman Mihemed diyarkir ku nebûna sîstemek ya cogên avê di bajarê Hewlêr de, yek ji sedemên herî sereke yê çêbûna lêhiyê ye. Bi taybet rêya 100 metrî û 60 metrî dema ku baranek zêde tê lêhî çêdibe û av disekine.

Mihemed wiha domkir: “Hikumet li ser vê yekê bêxem nêzîk dibe û ti sîstemek ya ku av ji nava bajêr derbikeve çênake. Li gorî sîstema ku heyî, ava baranê û ava malan diçe nava hev, ev jî têrê nake û dibe sedemê lêhiyê.

Herwiha ji ber ku çandinî û dar weku pêwîst dinava bajarê Hewlêr de nîne, hemu axa heyî bûye çîmento lêhî çêdibe.”

(nr)