Ji ber paşmayên kargehan ava çemê Sîrwan qirêj dibe

Li ser çemê Sîrwanê 27 kargehên cûr bi cûr hene. Paşmayên kargehên neftê û navçeyan  ku têkelî nav ava çemê Sîrwanê dibe, metirsiyê çêdike. Ger pêşî lê neyê girtin, wê di demê pêş de pirsgirêkên mezin bi xwe re bîne.


Çemê Sîrwan pêncemîn serkaniya avê ya ku ji Rojhilatê Kurdistanê di herike Başûrê Kurdistanê ye. Her wiha yek ji çemên herî mezin ya Herêma Kurdistanê ye. Ava Çemê Sîrwan ji sedê 64 diherike ji derve.

Nêzîkê27 kargehan cûd cûde li ser  Çemê Sîrwan hene. Ev kargeh hemû paşmayên xwe dirêjin di ava çemê Sîrwan de. Ew navçeyên nêzîk çemê Sîrwanê ne jî paşmayên xwe di avêjin nava çem de. Ev yek jî li gor daneyên fermî salane 10 hezar ton paşmayî kargeh û navçeyan têkelî nav ava çemê Sîrwana dibe.

Pisporê jîngehê û mamostayê zanîngeha Germiyan Ebdul Mutelîb Refet li ser qirêjbuna ava çemê Sîrwan û metirsiyên wê ji RojNews’ê re axivî û got: “Çemê Sîrwan niha bûye navenda komkirina paşmayên kargehan. Di nav van paşmayiyan de hêsin, alimînyom, naylon û  madeyên jehrê hene. Ger welati wê avê vexwin, wê nexweşiyê pis (penceşêr) bi wan re derbikeve. Raste ev av tê paqijkirin lê ne diyare ka çiqas tê paqijkirin.”

EbdulMutelîb Refet qala ziyan û qirêjiya ava çemê Sîrwan kir û wiha got: “Qirêjiya avê zêde dibe û xwezayîbûna avê têkçûye. Di salên pêş de wê kêrî karê çandiniyê neyê. Ew ava ku em ji bo çandiniyê bikar tînin çend mercekî yê xwe hene, divê ti madeyên jehrî dinavde nav avê de nebe. Lê ava çemê Sîrawan  ji ber paşmayiyên kargehan dibe ku di nava çend salê din de metirsiyek mezin li ser çandiniyê çêbike.”

Aktivîstê jîngehî û niştecihê navçeya Derbendîxanê Serwer Qerdaxî ji wiha got: “Ava navçeya Derbendîxanê ji niha ve bêhn, tam û rengê wê hatiye guhertin. Weke sedem jî ew paşmayî yên kargehane û têkelî nav ava Çemê Sîrwan dibe.”

Serwer Qerdaxî got: “Ava cogên bajarê Silêmanî, Helebce, navçeyên Helebce û nexweşxaneya Silêmanî, têkelî nav ava Çemê Sîrwan dibe. Her wiha tanger û wesayîtên balhilgêr paşmayîyên xwe vale dikin nava vê avê de. Ji ber vê ava Derbendîxanê jî qirêj bûye.”

Her çiqas kesên pispor bi awayek zanistî  qala qirêjiybûna ava Çemê Sîrwan û Derbendîxanê bikin jî, welatiyên Derbendîxanê diyar dikin ku ava bendava Derbendîxanê hatiye guhertin, pisbûye û bêhn ji avê tê. Lê ji ber nebûna avê û nebûna pisporên zanisti yê aliyê peywendîdar rê li ber pîsbûna ava Derbendîxanê bi awayekî zanistî nayê girtin.

(ep)