‘Ji bo keskahiyê divê daristan bên zêdekirin’

Yekşem, 24 Nov 2019 – 07:52  Hawrê Kirêkar/Rojnews

‘Ji bo keskahiyê divê daristan bên zêdekirin’

Herêma Germiyan ku li gor rûberê Herêma Kurdistanê asta keskahiyê ji sedî 4.4 e, rêveber her çi qasî ji bo zêdekirina keskahiyê diyar dikin, di nav kar û xebatan de ne jî, saziyên xwecihî dibêjin, divê ev xebat bi awayekî zanistî û bi zêdekirina daristanan bê pêşxistin.


Têkildarî kar û xebatên zêdekirina keskahiyê ya li îdareya Germiyan rayedarên rêveberiya daristanan û Saziya Jîngehê ya Germiyan ji Rojnews re axivîn.

Rayedarê Rêveberiya Daristan û Pawan a Germiyan Huner Mehmud wiha axivî, “Rêveberiyê ji bo sala 2019’an (174000) sed û 74 hezar, şitil belav kirin ku ji wan (71000) ji bo şitilgehên Kelar û (103000) jî ji bo şitilgehên Kifrî bûn.  Heta vê mehê 70 hezar şitil hatin dabeşkirin. 45 hezar şitil ji bo şaredarî, sazî û xwendingehan hatine belavkirin. Van şitlan berhem dan, 15 cure bûn û avhewaya herêmê ji bo wan guncaw bû.”

Mehmud axaftina xwe wiha domand: “7 projeyên daristanên destkird (sunî) li navçeyên Kelar, Kifrî û bajaroka Rizgarî li ser 600 donim erazî hatin avakirin. 80 hezar şitil li wan deran hatin çandin. Her wiha li bajaroka Rizgarî, Meydan û Bawenûr û xwendingehên li sînorên Kelar hejmareke berbiçav şitil hatin çandin.”

Huner Mehmud da xuyakirin ku ji bo zêdebûna keskahiyê, plansazî kirine û got: “Li ser 400 donim eraziyê bi awayî 60 hezar şitil bên çandin li Meydan, Qoretû, Serqela û Bawenûr wê daristan bên avakirin. Dîsa li Xaneqîn li ser 150 donimî daristan û her wiha li ser 50 donim eraziyê jî şitilgehekê em ava dikin.”

Li aliyê din rayedariyê Saziya Jîngehê ya Germiyan Dirêd Selîm jî wiha axivî: “Li gor lêkolîna Wezareta Çandiyê û çavkaniyên herêmî rêjeya keskahiyê ya Germiyan ji sedî (4.4) e û nagihê ji sedî 5. Li gor asta navçeyan jî navçeya Kifrî di asta herî kêm de ye.”

Selîm wiha domand: “Ji bo zêdebûna keskahiyê divê pir daristan bên avakirin. Divê ev daristan bi awayekî zanistî bên çêkirin û dewrûbera bajar, navçe û bajarokan bigire nav xwe.”

Selîm her wiha diyar kir pêngava çandina şitlan tenê ji bo kêfxweşkirina gel e û got, “Ji ber herêm pir berfireh e belavkirina şitlan tesîrekê li ser zêdebûna keskahiyê nake. Daristan jî weke pêwîst nayên avakirin û hewce ye hejmara wan bê zêdekirin.”

(yş)

 

 

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist