Ji Dr. Xakî ji bo parastina laş ji vîrûsan çend pêşniyarek

Bijîşkê dermanên xwezayî Dr Ebdulkerîm Mihemed Xakî diyar kir ji bo parastina laş ji vîrûs û bakteriyan û bihêzkirina sîstema parastina beden divê giranî bidin ser xwarina sebze,pincar û fêkiyan. Her wiha Dr Xakî bi taybet daxwazê ji welatiyan kir xwe ji goştê sor dûr bixin, ji ber sîstema parastina laş lawaz dike.


Vîrûsa Korona Covid-19 ku têgotin ji bazareke ajalan a Çînê berbelavê seranserê welatên cîhanê bûye û heya niha bihezaran kes mirine, heya niha çareseriyek jêre ne hatiye peydakirin. Li gel gelek lêkolîn û hewldanên zanistî û bijîşkî jî heya vê kêliye ti encamek ji van lêkolînan derneketiye. Lê bijîşkên bi dermanên xwezayî re eleqeder dibin û pispor ji bo parastina laş ji vîrûs û nexweşiyan pêşniyarên cûrbecûr dikin. Ji ber welatiyên sîstema parastina laşê wan lawazin zû bi vîrûsê dikevin û jiyana xwe ji dest didin. Nimûneya vêya li gelek welatan jî hate dîtin. Me jî xwest pêşniyarên pisporê giya û dermanên xwezayî Dr. Ebdulkerîm Mihemed Xakî yên derbarê mijarê de bi were parve bikin.

Dr. Xakî dibêje, astengiya herî baş a li pêşiya vîrûsan ewe ku mirov sîstema parastina laşê xwe bihêz bike, ji bo vîrûs, nexweşî yanjî ti bakteriyek nekare bandoreke pir xirap li ser bike. Ji bo parastina laş bihêz bibe jî Dr. Xakî çend pêşniyarên ku her welatiyek  dikare pêkbîne dike.

Dr. Xakî dibêje, sebzeyên rengê wan kesk û bi taybet jî keskê tarî ji bo tendûristiyê başe û ji bo vê jî çend nimûneyên weke, “Kerewîz, Maydanos, Nane,êspênax, pelê tivir.”

Ji bo fêkiyên divê bên xwarin û parastina laş bihêz dike jî Dr. Xakî ev nimûneyane rêz dike, “Divê fêkiyên tirş bên xwarin. Di nava van fêkiyên tirş de pirteqal, lîmon, sindî,mandalîna. Di nava van fêkiyan de hemû cûre vîtamîn heye.”

Dr. Xakî di dewama axaftina xwede dibêje, welatî dikarin di nava xwarinên ku çêdikin de sîr, pîvaz û bîbera reş pir bikarbînin û dibêje, di van her sê tiştan de dijî oksîdan têde heye û dikarin bakteriyan têk bibin.

Ji bo cûreyên çerezan jî Dr. Xakî dibêje çerezên ne hatine xwêkirin û sorkirin were xwarin fêdeya wê zêdetire û ev tişt dibêje, “Di piraniya çerezatan de hesinekî zêde di têde heye û ev jî dibe sedema bihêzkirina parastina laş.”

Dr. Xakî dibêje weke xwarinên germ jî welatî zêdetir girîngî bidin metfûniya (tirşik) sebzeyên weke firîngî, bacanê reş, kartol, dolmik û bamya. Her wiha got, divê metfûniya xwarinên hişk (nok, fasûlye û baqle).

Ji ber herî zêde têgotin vîrûs ji hinek heywanan derbasê mirovan dibe û her wiha rûnê heywanan zirerê dide tendûristiyê Dr. Xakî jî ji welatiyan dixwaze bi taybet dûrî goştê sor bisekinin. Dr. Xakî diyar kir eger welatî goştê sor bixwin jî divê bi taybet van xalan dîqet bikin, “Rûnê bi zirer yê heywanan herî zêde di ranê wan de kom dibe. Dema goşt hate xwarin jî divê ne ran, dest were tercîhkirin.”

Ji derveyî xwarinê jî Dr. Xakî dibêje, werzîş û hereket ji bo welatiyan gelek başe lê, ji ber niha nikarin derkevin derve dikarin li nava malê de di derdora nîv saetî de hinek hereketên werzîşê bikin û rojane xwe hinek bidin ber tîrêjên tavê wê başbe ji ber vîtamîn D di têde ye.

Herî dawî jî Dr. Xakî diyar kir vexwarina tiştên germ bi taybet avê û pê wê ya xerxere çêkirin li dijî vîrûsan tesîreke pir baş dike.

(bz)