Ji sedê 40’ê taxên Kerkûkê bê coyên avê ne

Ji sedê 40’ê qenalîzasyon û coyên ava li Kerkûkê nine. Ev yek ji metirsiyê dide çêkirin. Endamê şaredariya Kerkûkê ji diyar kir ku ji bo çêkirina qenalîzisyona ava baranê 200 milyar dînarê Iraqê pêwîste.


Di pêvajoya Rejîma Baas de ji sedê 90’ê Kerkûkê ji projeya qenalîzasyonê hatibû bêpar hiştin. Piştî rûxanina rejîma Baas di 2003’an de projeya qenalîzasyonê li bajarê Kerkûkê heya sala 2014’an bê navber kar hat kirin. Lê ji ber sekinandina kara  heya niha jî gelek taxên Kerkûkê qenalîzisyona wan ne hatiye çêkirin, bi hatina werza Zivistanê re ji metirsiyê dide çêkirin.

Endamê şaredariya bajarê Kerkûkê Nasih Fatîh Kerem ji RojNews re axivî û got: “Heya niha ji sedê 60’ê projeya qenalîzisyona ji bo bajêr hatiye çêkirin û ji sedê 40’ê vê projeyê ji nehatiye temamkirin.”

Kerem weke sedemê temamnekirina projeya qenalîzasyona nadayîna budceya ji sala 2014’an ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve nîşan da û wiha got: “Ev budceya ku didin me tenê em dikarîn projeyê biçûk çêbikin . Ji sala 2014’an ve em bi van projeyên biçûk kardikin û em nikarin projeyên mezintir temam bikin.”

Kerem diyar kir  ji bo temamkirina projeya qenalîzasyona bajarê Kerkûkê pêwîstiya wan bi 200 milyar dînarê Iraqî heye.

Ji bo dayina budceyê jî Kerem wiha got: “Heya niha ji budceya sala 2019’an ne hatiye diyarkirin. Ji bo ku em bikaribîn projeyê mezintir weke projeya temamkirina qenalîzasoynê teman bikin ne hatiye diyarkirin.”

Herî daw jî Kerem bal kişan li ser hewildanê temamkirina projeyê û got: “Her sal di meha Îlonê de em dest bi kar dikin, ji bo paqijkirin xetên qenalîzasyon û coyên avê, ji bo di dema barîna baranê de ne xetimin.”

(ep/rn)