Ji sedî 20 zeviyên çandiniyê bûne cihê niştecihbûnê

Yekşem, 1 Mar 2020 – 07:27  BERHEM LETÎF/ROJNEWS

Ji sedî 20 zeviyên çandiniyê bûne cihê niştecihbûnê

Mezinbûna bajaran û projeyên niştecihbûnê li ser çandiniya Herêma Kurdistanê bûne gefeke mezin. Li gor îstatîstîkan ji piştî Raperînê heta niha mîlyonek û 650 hezar donim zeviyên çandiniyê ji Lijneya Veberhênan û Şarevaniyê re hatiye veqetandin û kirine cihê niştecihbûnê. Ev jî dike ji sedî 20’ê zeviyên çandiniyê yên li Herêma Kurdistan.


Çandinî û cotkarî li cîhanê çavkaniya yekemîn a aboriya welatan pêk tîne. Lê belê li Herêma Kurdistanê ev sektor bûye qurbana sektorên din. Ji bilî vê jî salane budçeya herî kêm ji bo çandiniyê tê veqetandin. Tevî vê jî mezinbûna bajaran û projeyên veberhênanê bûne metirsiyeke cidî ya li ser zeviyên çandiniyê.

Di vê dosyayê de em behsa hinek girîftên têkildarî sektora çandiniyê ya li Herêma Kurdistanê dikin. Van girîftan wer kiriye ku sektora çandiniyê îflas bike.

Rûberê zevî û erdê Herêma Kurdistanê 17 mîlyon û 805 hezar û 696 donim e. Ji vê 6 mîlyon û 787 hezar û 264 donim ji bo çandiniyê amade ye. 2 mîlyon û 754 hezar û 608 donim jî ji bo çandiniyê ne amade ye. Ev jî tê vê maneyê ku rûberê zeviyeke zêde ya Herêma Kurdistanê ji bo masterplana bajar, navçe, bajarokan hatiye veqetandin û ji bo çandiniyê beşeke kêm maye.

Beşeke zêde ya ji vê zeviya ji bo çandiniyê guncaw e ji projeyên veberhênanê re hatiye veqetandin. Li gor îstatîstîkan ji piştî Raperînê heta niha mîlyonek û 650 hezar donim zeviyên çandiniyê ji Lijneya Veberhênan û Şarevaniyê re hatiye veqetandin. Projeyên hukmî û niştecihbûnê li ser hatine çêkirin. Ev jî dike ji sedî 20’ê zeviyên çandiniyê yên li Herêma Kurdistan.

Salane di 3 mîlyon û 500 donim zeviyên çandiniyê yên herêmê de ceh û genim tê çandin. Ji bilî wê gelek berhemên curbicur ên xurek, sebze û fêkiyan jî tê çandin. Ji rêjeya pêwîstiya ji bo navxweyî zêdetir berhem tê bidestxistin.

Têkildarî zeviyên ji bo veberhênaniyê tên veqetandin, salane dikare çiqas berhem bê wergirtin eger mirov dabeşkirinekê bike:

Wezareta Çandiniyê ya Herêmê ji bo her donimekî çandiniya 40 kîlo genim diyar kiriye. Eger ev her salê herî kêm ji 1’ê 10 bîne, di her donimekî de dê 400 donim genim bê bidestxistin. Ji bo her 100 donimî jî dike 40 ton genim. Yanî salane li ser vê zeviya ji bo veberhênaniyê hatiye veqetandin, mirov dikare 660 ton genim bi dest bixe, hilberîne.

Li gor xala yekemîn a yasaya parastin û girîngdayîna dahata çandiniyê ya Hejmar 4 a sala 2008’an a Herêma Kurdistanê, zewiyên çandiniyê milkê nîştiman in, pêwîst e xwediyên wan û pêwendîdar li gor plan û bernameyên hikûmeta herêmê sermaye razînin. Her wiha rê nedin ziyan bigihêje wan zewiyan.

Dîsa li gor benda 1 xala 3 a heman yasayê divê mirov girîngiyê bide zeviyên çandiniyê û di mijara ku ji bilî çandiniyê neyê bikaranîn dîqet bike.

Lê belê tevî vê jî Lijneya Veberhênan bi hemahengiya li gel wezaret û saziyên pêwendîdar wan deveran ji bo projeyên xwe li her parêzgehê tehsîs dike.

‘Mezinbûna bajaran ziyan gihandiye zeviyan’

Berdevkê Wezareta Çandiniyê Hisên Hemekerîm ê têkildarî mijarê ji Rojnews re axivî, bal kişand ku mezinbûna bajaran ziyaneke zêde gihandiye zeviyên çandiniyê û got, “Di van çend salên dawî de ji ber bajar mezin dibin û hejmara niştecihan zêde dibe, masterplana bajaran jî mezin bû. Ev jî bû sedema beşeke zêde ya zeviyên Kurdistanê bibin zeviyên niştecihbûnê. Lê belê me daxwaz kiribû ku masterplana bajaran ber bi eraziya kevir ve û cihê ji bo çandiniyê guncaw nînin ve biçe.”

Hisên Hemekerîm axaftina xwe wiha domand: “Eger timî bi vî awayî berdewam bike, salane dê masterplana bajaran berfireh bibe û ji bo vê heke çareserî pêk neyê, bêguman dê ev ziyaneke zêde bide zeviyên çandiniyê.”

Yek ji girîftên din ên li hember pêşxistina çandiniya li Herêma Kurdistanê jî ji hedê xwe zêdetir bikaranîna zeviyên çandiniyê ne. Niha li Herêma Kurdistanê 90 hezar bax û vîlla di nav zeviyên çandiniyê de hatine çêkirin. Xwediyên wan jî piranî kesên berpirs, desthilat û ji çînên serwer in.

22 hezar bîrên avê bi awayekî ne asayî di nav bax û vîlayan de hatine kolandin. Vê jî ziyaneke zêde gihandiye ava bin erdê ya li herêmê. Herêma Kurdistanê ku xwedî 30 mîlyar metrekûp ava ser erdê û 5 mîlyar metrekûp ava bin erdê ye, salane jî 3 mîlyar metrekûp av tê Herêma Kurdistan. Li beramberî vê salane 8 mîlyar metrekûp av li Herêma Kurdistanê tê bikaranîn. Ji ber plana xerab a hikûmetê ya têkildarî destgirtina ava ser erdan û bin erdan, herêm nikare weke pêwîst sûd ji milkê xwezayî werbigire.

Li gor Neteweyên Yekbûyî divê her welat salane ji sedî 10 bûdçeya xwe ji bo çandiniyê veqetîne. Lê belê hikûmeta herêmê di vê rewşa xwe ya herî baş de ji bo çandiniyê ji sedî 4 bûdçe veqetand.

Ji bilî ve ku desthilatdariyê beşek zêde ya welatiyên herêmê kir mûçexur, ji gundan ber bi bajaran ve koç çêbû. Ev jî bû sedem li Herêma Kurdistanê çandinî bibe sektoreke lewaz a aboriyê.

(yş)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist