Ji xwezaya gundê Norê çend wêne

Gundê Norê yek ji gundê herêma Raperîn e. Xwedî xwezayekî xweşike. Di demsala biharê de kaniyên wê dizên û tevahiya gund bi rengê kesk tê xwemilandin. Gulên renga reng xweşikbûnek efsanewî têxe di nava dîmenên xwezaya gund. Hemû bi hev re bala giştiyaran dişînin li ser xwe.


Gundê Norê ser bi bajarokê Serkepkane ya herêma Raperîn e. 12 kîlometre ji navenda navçeya Ranya dûre. Herwiha 10 kîlometreyan ji bajarokê Serkepkan jî dûre. Dikeve li ser riya navçeyên Ranya, Soran, Rewandiz û Çoman. Ji ber baran baranîna zêde û bihata biharê re bûye xwedî gelek dîmenên xweşik.

Şêniyên gundê Norê, bi karmendî, pêşmerge, sewalî û baxçevaniyê ve mijol dibin.