Jinên Helebceyî kîsên caw bi ser welatiyan de dabeşkirin

Rêxistina Nû ya ji bo Parastina Jîngeh û Mafên Jinan, bi armanca parastina jîngehê li Helebce dest bi kampanya dabeşkirina kîsên caw kirin û di pêngava despêkê ya kampanyê de hezar kîsên caw bi ser welatiyan de dabeşkirin.


Bi pêşengtiya Rêxistina Nû bi armanca parastina jîngehê dibin dirûşma ‘Helebce dostê jîngehê ye’ kampanya dabeşkirina kîsên caw bi ser welatiyan de hate despêkirin. Gelek jinên Helebceyî û penaberên Iraqê jî cihê xwe têde girtin.

Jinan li nava bazara Helebce kîs bi ser welatiyan de dabeşkirin. Armanca kampanyê ewe ku ji niha şûnde kîsên caw li şûna kîsên naylon werin bikaranîn.

Endama Rêxistina Nû Rûxweş Selam, têkildarî armanca vê çalakiyê ji Rojnews’ê re axivî û got; “Armanca me ewe ku welatî ji bikaranîna kîsên naylon dûr bikevin û kîsên caw bikarbînin. Ji berku kîsên naylon ziyanê digihînin jîngehê û tendirûstiya welatiyan.”

(şk)