Jîngeha Herêma Kurdistanê di metirsiyê de ye û desthilat jî nabîne

Gelek sedem hene ku jîngeha Herêma Kurdistanê bikeve dibin metirsiyê de. Dewleta Tirk bi berdewam xwezaya Başûrê Kurdistanê bombebaran dike, welatî bi qasî pêwîst giringî bi jîngehê nadin û sîstema destilatê jî zêde giringiyek wisan nade bi jîngehê. Pisporên jîngehê jî diyar dikin ku piraniya nexweşiyên derdikevin sedemên wana qirêjbûna jîngehê ye.


Rojek wekî îro di 16'ê Nîsana 1987'an de rejima rûxayî ya Baasê Şêx Wesan û Balîsan yên dikevin li devera Xoşnawyetî kîmyabaran kir. Di encama kîmyabaranê de 264 welatî şehîd bûn û zêdetirî 400 welatî jî birîndar bûn. Xak û xwezaya deverê jî jehrawî bû. Ji ber wê ev roj wekî Roja Jîngehê ya Herêma Kurdistanê hatiye diyar kirin.

Her çendî ku ev roj ji ber êrîşên kîmyabarana rejima Baas ku xaka Kurdistanê jehrawî kir wekî roja jîngehê hatibe diyar kirin jî, lê di roja me ya îro de jî êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Pisporên jîngehê jî diyar dikin ku yek ji sedemên qirêjbûna jîngehê ji ber êrîş û bombebaranên dewleta Tirke.

Sedemên qirêjbûna jîngehê:

Bi dehan sedem hene ku jîngeh qirêj bibe, Jîngeh Parêz Serwer Qeredaxî çend xalekî sereke yên qirêjbûna jîngehê bi vî awayî rêz kir;

- Bombebaran kirina şînkatiya Başûrê Kurdistanê ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirkiye ve ku ji bilî ziyanên canî gelek ziyanan digihîne jîngehê jî.

- Derxistina neftê û veguhestina vê neftê bi rêya tankeran, di be sedem ku av, hewa û jîngeh qirêj bibe.

- Nebûna kargehên vegerandina heyberên têne bi karanîn ku ev heyber dibin sedeme qirêjbûna serçaveyên avê.

- Zêdebûna kargehên çêkirina çîmento û hesin, bêy ku bacekî jîngehê jê bigrin tu fîlterekî jîngehê li ser van kargehan nayên danîn.

- Zêdebûna jimara wesayîtan ku li Herêma Kurdistanê milyonek û 500 hezar wesayît hene.

- Rûberê şînahî ku li gorî standarta cîhanî divê ji sedî 15 kemtir be. Lê li tu parêzgehekî Herêma Kurdistanê ev rêje nine.

- Li Herêma Kurdistanê bi awayekî zêde madeyên plastîk û naylon tên bi karanîn. Li gorî amarên Desteya Jîngeha Herêma Kurdistanê li hersê parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê rojane 10 hezar ton çop tê komkirin, ji nava vê çopê ji sedî 50 ta 60'ê wê ji madeyên pilastîk, naylon û kaxez pêktê.

Hinek ji pisporên jîngehê qala wê yekê dikin ku ji sedî 70 ta 75'ê sedemê nexweşiyên mirovan, qirêjbûna jîngehê ye.

Ji bo parastina jîngehê perwerde giringe

Jîngehparêz ji bo parastina jîngehê çend rêyek pêşniyar dikin, ji bo mînak perwerde, di vê zarok hîn di temenek biçûk de fêrî parastin û heskirina ji xak, dayîk û jîngehê werin kirin. Di vê rêz ji hemû pêkhateyên jîngehê re bigre. Herwiha divê li dibistanê de waneyek taybet û mamostayekî taybet yê jîngehê hebe.

Welatî jîngeha xwe na parêzin

Hinek ji welatiyan dema diçin seyrangehan, ji bermayî û heyberên ku bi karanîne di cih de dihêlin. Ev yek jî jîngeh parêzan xistiye nava fikaran û jîngeh parêz diyar dikin ku welatî bi van kiryarên xwe ne tenê ziyan bi jîngehê didin, diheman demê de ziyanê digihînin mirov bi xwejî.

Niha hinek ji jîngehparêzan mijûlî hişyarkirina kesanin ku di dibistanên seretayî de perwerde li ser xwarinê didin, wekî waneyek ji bo zarok xwe ji xwarinên ziyanê digihînin mirov dûr bixin û vegerînin ser jiyana xwezayî ku xwarinê wekî; badem, goz, hêjîr, qeysî û meyveyên hiş kirî bixwin.

'Vala bûna gundan sedemeke'

Jîngehparêz Ararat Zerdeştî, wekî hemû jîngehparêzên din ên Başûrê Kurdistanê ji rewşa jîngeha Başûrê Kurdistanê bi fikare û wiha dibêje; "Heya ji beriya salên 1975'an ji sedî 64'ê xelkê Başûrê Kurdistanê li gundan jiyan dikirin. Lê piştre ji ber êrîş û wêrankirina ji aliyê rejima Baas ve welatiyan berê xwe dane bajaran. Bi vê koçberbûnê re jî berhemên xwarinên xwemalî kêmbûne."

Nexweşî ji ber qirêjbûna jîngehê peyda dibin

Herwekî ku piraniya jîngehparêzan sedemê nexweşiyên heyî bi qirêjbûna jîngehê ve girêdidin, di rojên derbazbûyî de Berdevkê Wezareta Tendirûstî ya Herêma Kurdistanê Dr. Xalis Qadir, di konferansekî jîngehê de eşkere kiribû ku rêjeya nexweşiyên dil, rebo û celteya rû (felcbûna rû) li Herêma Kurdistanê zêde dibin. Herwiha eşkere kir ku li gorî lêkolînên ku hatine kirin jî sedemê van nexweşiyan qirêjbûna jîngehê ye. Li gorî ku Dr.Xalis Qadir eşkere kirî, salane li Herêma Kurdistanê 930 kes rastî felcbûnê tên, 14 kes jî nexweşiya Rebo bi wanre peyda dibe.

Yasa ji bo parastina jîngehê giringe

Herwekî ku tê zanîn sîstema desthilat li cîhanê li dijî jîngehê ne û sedemê sereke yê qirêjbûna jîngehê jî ew bi xwene, lê xwesteka tevayî mirovan ewe ku rêz li jîngehê were girtin û ji vê û şûnde êdî rê nede ku jîngeh qirêj bibe. Di vê çarçoveyê de gelek jîngehparêz û rêxistinên jîngehê li Başûrê Kurdistanê daxwaz dikin ku yasayek nû û taybet ji bo jîngehê li Herêma Kurdistanê were derxistin û ev yasa were pêkanîn ji bo êdî ji vê zêdetir jîngeha Başûrê Kurdistanê qirêjtir nebe.

(şk)