Jîngeha Hewlêrê di metirsiyê de ye û sedema sereke ya penceşêrê ye

Çarşem, 5 Feb 2020 – 07:45  HEWLÊR / ROJNEWS

Jîngeha Hewlêrê di metirsiyê de ye û sedema sereke ya penceşêrê ye

 Desteya Parastin û Çêkirina Jîngehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê têkildarî qirêjbûna zêde ya jîngeha Hewlêrê de hişyarî da û ragihad ku hebûna kargeh û palîngehên neyasayî yên neftê sedema sereke  yên qirêjiya jîngeha Hewlêrê ye. Pisporê nexweşiya penceşêrê Dr. Samî Ehmed diyar ku qirêjbûna jîngehê sedema sereke ya penceşêrê ye û got; “Berpirsên partiyan û hikûmet palîngehan (refîne) bi rê ve dibin.”


Li gorî daneyên nefermî, niha li Herêma Kurdistanê zêdetirî 200 palîngehên neyasayî yên neftê hene ku piraniya wan li Hewlêr û Silêmaniyê ne.

Desteya Parastin û Çêkirina Jîngehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kir ku ev palîngehên neyasayî bandoriyek xerab li ser jîngehê heye û sedema qirêjbûnê ye.

Welatiyê Hewlêrê Fazil Ebas têkildarî rewşa jîngehê Hewlêrê de got; “Ev palîngehên neyasayî, ji aliyê berpirsên hizb û hikûmetê ve tên rêveberin. Ev yek sedema mayîna wan a di rewşek zelal de ye û bêyî çavdêriya hikûmetê kar bikin.”

Berdevkê Desteya Parastin û Çêkirina Jîngehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hendirîn Şêx Raxîb ji Rojnews’ê re axivî û got;”Herêma Kurdistanê li ber metirsiyek mezin a jîngehê de ye. Timî weke deste me ev metirsî ragihadiye ku divê rê li pêşiya zêdebûna metirsiyên qirêjbûna jîngehê were girtin.”

Hendirîn Şêx Raxîb destnîşan kir ku ji ber sedema hejmara zêde ya wesayîtan, karge û palîngehên neyasayî rewşa jîngeha Hewlêrê û Herêma Kurdistanê li ber metirsiyek mezin a jîngehê de ye.

Pisporê nexweşiya penceşêrê û Rêveberê Nexweşxaneya Nanekelî  Dr. Samî Ehmed ji Rojnews’ê re axivî û got; “Li Herêma Kurdistanê yek ji sedema penceşerê qirêjbûna jîngehê û dûmana wesayît û paşmayên kargehên palîngehên neyasayî ne.”

Dr. Samî Ehmed eşkere kir ku li Herêma Kurdistanê yek ji cûrên nexweşiya penceşêrê ku welatiyên Herêma Kurdistanê digire, penceşêra pişêye ku rasterast peywendî bi duman û hewaya qirêj ve heye.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê, di sala 2018’an de 5 hezar û 658 xweşên penceşêrê li Herêma Kurdistanê hebûn. Li gorî salên berê 667 zêde bibûn. Herwiya li gorî bîlançoya 2019’an ku du hate eşkere kirin, hejmara kesên bi xweşiye penceşêrê ketîne bûye 7 hezar kes.

Bi biryara Desteya Wezîrên Herêma Kurdistanê, Lijneyek Rakirina Palîngehên Neyasayî hêzek hevbeş a taybet hate avakirin. Ji bo ku tevahiya palîngehên neyasayî bigirin.

Meclîsên Parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê û Parlamentoya Kurdistanê jî li ser girtina van palîngehan hemfikrin û diyar dikin ku eger karê vê lijneyê bi serkeftî neçe wê bibin xwedî helwest.

(ab)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist