Jîngeha Tancerû bi metirsiyek mezin re rû bi rû ye

Duşem, 29 Avrêl 2019 – 09:01  BERHEM LETÎF / ROJNEWS

Jîngeha Tancerû bi metirsiyek mezin re rû bi rû ye

Têkelbûna çop û paşmayên bajarê Silêmanî û kargehan li gel çemê Tancerû, ava wê ji çavkaniya jiyanê vegerandiye çavkaniya mirinê. Li gorî nêrîna pispor û şarezayên di warê jîngehê de, eger rê li pêşiya vê qirêjbûnê neyê girtin wê karesatên mezin bi xwere bîne. Di vê lêkolîna Rojnews’ê de hunê zanyariyên metirsîdar li ser qirêjbûna jîngeha Tancerû bibînin.


Çemê Tancerû dikeve li başûrê rojhilatê bajarê Silêmanî. Yek ji serçaveyên avêye ku di herike li ser bendava Derbendîxanê. Niha derdora çem bûye cihê komkirina çop û paşmayên bajarê Silêmanî û kargehên ku dikevin li nêzî çem.

Rojane bi rêya çar kompanyan hezar û 200 ton çop û paşmayên Silêmanî  li derdora çemê Tancerû tê komkirin û dixin dibinê erdê de. Ew cihê ku çop lê tê komkirin 230 km ducare. Ev cih bi qasî 10 metran kure û firehiya çalê 100 metreye, çopa heyî tê valakirina vê çalê. Her heftî çalek ji van ji çopê tije dibe û sera wê bi axê tê girtin û çalek din tê kolan ji bo valakirina çopê.

Li gorî axaftina pisporan sê nîşaneyên sereke hene dema di avekê de derketin tê wateya ku ew av qirêjbûye.Ev nîşane jî tam, bêhn û guherîna rengê avê ye. Niha ev her sê nîşane jî di ava çemê Tanceru de tê dîtin.

Têkildarî qirêjbûna ava çemê Tanceru Pisporê Erdnîgariyê li Zanîngeha Silêmanî Dr. Pêşewa Mihemed ji Rojnews’e re axivî û got; “Rêjeya gihandina elektrîkê ji ava Tancerû bi rêjeyek berbiçav zêde bûye. Ev yek gelek metirsîdare. Rêjeya xwê ya avê jî gelek zêdebûye, ev yek wê karasatek mezin ji bo Silêmanî bi çêke. Ger niha karek bi cidî li ser vê avê neyê kirin wê bi xwere karasatekî mezin a mirovahî bîne. Di be ku di encama qirêjbûna vê avê de bi hezaran cûrên nexweşiyan dinava xelkê vê herêmê de peyda bibin.”

Yek ji metirsiyên din ên li ser Tancerû, ew madeyên pilastîk û nalyonin ku rojane welatiyên herêmê di avêjin. Pisporên di warê jîngehê de eşkere dikin ku heya ev madeyên pilastîk û nalyon di nava axê de di helin zêdetirî 400 salan derbaz dibin.

Mamostayê Jîngehê li Zanîngeha Silêmanî Dr. Salih Necîb têkildarî qonaxên heliyana van madeyên plastîk û nalyon dinava axê de ji Rojnews’ê re got; “Ya ku helandina vane dike jî dibêjin mîkrobe. Ev rol  di helandinê de dileyîze. Bilindbûna germahiyê, ba û hinek sedemên din dibin sedemê helîna madeyan. Madeyên plastîk jî ji bo helandinê zehmete. Îro bi awanî nikarin madeyên plastîk bihelîne. Ji bo vê ev made bi sedan sal li ser axê dimînin û dibe sedemê ziyanek mezin ya axê.”

Lêkolînên pisporan yên li ser ziyanên şêwazê veşartina çop û paşmayan li Tancerû diyar dikin ku ew pêkhateyên jehrawî ku dinava wê çop û paşmayan de hene, bi taybet di werza Zivistanê de ji ber ava baranê têkelî nava axê dibe û ji wêderêjî derbazî nava ava bin erdê dibe.

Dr.Pêşewa Mihemed destnîşan kir ku ava dibinê erdê de li Tancerû roj bi roj sal bi sal zêde dibe û wiha pêde çû; “Lêkolînên me li ser hene ji sala 2009 ta 2016’an stûrbûna qirêjiyê ji 3 metran gihaye 4 metran û her ku diçe zêde dibe. Niha li Tancerû nikarin ava dibinê erdê de ji bo tu karûbarekî mirovî were bikaranîn.”

Di sala 2015’an de biryar hate girtin ku Kargeha pak kirin û vegerandina çop û paşmayan a Silêmanî were avakirin. Ji bo wêjî 30 donim zevî li Tancerû hatiye veqetandin. Lê heya niha dest bi çêkirina vê kargehê nehatiye kirin.

Ne tenê çop û paşmayî dibin sedemê xirabûna jîngeha Silêmanî û Tancerû. Li gorî daneyên Revebertiya Jîngehê ya Silêmanî, zêdetirî 200 kargeh li devera Tancerû hene. Hinek ji van kargehan yên çêkirina bilok, safkirina petrolê, helandina hesin, kargehên ji hev cûdakirina madeya sifir û hwd hene. Paşmayên van kargehan yek ji sedemên din ên qirêjbûna jîngeha herêmê û Tancerû tê bi navkirin. Ji ber ku ji bilî têkelbûna paşmayên van kargehan li gel ava Tancerû, dûkela ku ji van kargehan jî dirabe carek din dibin sedemê qirêjbûna jîngehê û metirsiyê li ser tendirûstiya rûniştvanên deverê çêdikin.

Li gor gotina Endamê Encûmena Walitiya Silêmanî Rêbwar Mihemed eşkere kirî, jivan kargehên ku li devera Tancerû kardikin tenê çend kargehek destûra wana ya karkirinê hene, kargehên din hemû bê desturin.

Li gorî rûniştvanên li devera Tancerû diyar kirin, heya niha çend kesek ji ber rewşa xirab a jîngeha deverê nexweşiyên weke penceşêr, rebo û nefestengiyê bi wana re çêbûne. Welatî daxwaz dikin ku jiwana re cihek din were dîtin û malên xwe ji Tancerû veguhêzin.

Welatiyê bi navê Teha Sedîq ku ev 12 salin mala wî li Tancerû ye, li ser navê rûniştvanên devera Tancerû giliyê xwe bi rêya Rojnews’ê anî ziman û wiha got; ” Ev çop û paşmayên ku li vê derê têne komkirin gelek aciziyê ji mere çêdike û em gelek jê bêzar bûne. Ev kargehên ku li vêderê heyî jî dukêl û bêhna xwe bi ser mede diberdin. Kargehek ya tekelan li nêzî me heye, dema bi şev dukêla wê diberdin di carek de asîmanê vê deverê qepat dike. Hinek kes hene li Tancerû nexweşiyên penceşêrê wana girtine, hinek hene bi wana re nexweşiya tengenefesiyê çêbûye, hinek kesan jî ji ber bêhn û dûkêla van kargehan malên xwe berdane û ji vir çûne. Dema berpirs divir re derbaz dibin camên wesayîtên xwe digrin, ew naxwazin bêhna vê deverê jî bistînin.”

Teha Sedîq di dirêjiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ava bîran divexwin û niha êdî tama ava bîrên wana jî nexweşbûne, Teha Sedîq eşkere kir ku dema ew avê divexwin wekî ku ruhn vexwin wisan li avê hatiye. Herwiha diyar kir ku welatiyên ku derfetên wana hebin amêra pak kirina avê ji bo xwe danîne û wisan vê avê bikartînin.

Heya niha çend carek ji ber qirêjbûna jîngeha Tancerû li cem rêxistinên jîngehparêziyê fikar çêbûne û daxuyani li ser hatine dayîn, lê heya niha aliyên peywendîdar guh nedane xwestek û fikarên wana.

Li ser heman mijarê Endamê Rêxistina Xwezaya Kurdistanê Renc Eta wiha axivî; “Ger di zûtirîn dem de çareseriyek zanistî jibo qirêj nebûna Tancerû neyê kirin wê hemû karên ku hikûmet bike bê fayde bimînin. Jiber ku niha av, xak û hewaya Tancerû û jîngeha Herêma Kurdistanê qirêj dibe. Ava Tancerû dibe sedemê qirêjbûna ava Iraqê. Em hêvîdarin ku hikûmeta Herêma Kurdistan û îdareya Silêmanî çareseriyek ji bo vê pirsgirêkê bibînin.”

Tancerû di salên borî de deverek ya çandiniyê bû. Salane bi sedan ton genim, ceh û birinc jê dihat bi destxistin. Lê niha wekî ku cotyarên deverê dibêjin, ‘ava tancerû biçe binê çi wê hişk bibe.’

Têkildarî mijarê Endamê Encûmena Parêzgeha Silêmanî û Serokê Komîsyona Xizmetguzariyên Şarewanî Mihemed Resûl ji Rojnews’ê ra axivî. Resûl got: “Heya niha me pênc car serdana Tancerû kiriye, me aliyên peywendîdar li ser wî cihî agahdarkirine û me nivîs jî ji bo Desteya Wezîran şandiye ji bo ku lezê bikin çareseriyek ji bo pirsgirêkên vê navçeyê bibînin. Ji ber ku hemû ew kesên sûd ji çemê Tancerû dibînin bi rastî jî jiyana wan di metirsiyê de ye. Lê heya niha Hikûmeta Herêma Kurdistan tu bersîvek ya daxwazên me nedaye.”

Li gorî gotina kesên pisporên jîngehê, ger ji îro ve dest bi paqijkirina xak û ava Tancerû were kirin jî pêwîstî bi 70 salan heye heya ku rewşa jîngeha Tancerû û Silêmanî were vegerandina rewşek asayî.

https://youtu.be/9jR0KzEZtWk”>

(şk)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist