Jîngehparêzan daxwaz kirin ku di cejnê de jîngeh were parastin

Sêşem, 4 Pûşper 2019 – 07:20  HELEBCE/ROJNEWS

Jîngehparêzan daxwaz kirin ku di cejnê de jîngeh were parastin

Hewreman yek herêmên geştiyariye, di rojên bêhndan û cejnan de bi hezaran welatî berê xwe didin vê herêmê. Rêveberiya Geştugozara Helebce û jîngehparêzan daxwaz ji welatiyan kirin ku di dema geştê de haji jîngehê hebin û bi baldarî agir bikin, ji bo nebe sedemê ziyan bigihe jîngeha herêmê.


Herêma Hewreman yek ji herêmên geştiyarî yên Başûrê Kurdistanê ye. Gelek seyrangeh li herêmê hene. Di rojên bêhndan û cejnan de bi hezaran welatî serdana van seyrangehan dikin. Rêvebertiya Geştûguzara herêmê ji bo pêşwazîkirina geştiyaran amadekariyan kiriye, li gorî ew dibêjin wê di cejnê de nêzî 20 hezar geştiyar serdana herêmê bikin. Herwiha Rêvebertiya Geştûguzar û jîngehparêzên herêmê daxwaz ji welatiyan dikin ku di dema serdana herêmê de jîngeh û xwezaya seyrangehan biparêzin.

Rêveberê Rêvebertiya Geştûguzara Helebce Wehab Emîn Mîke, diyar kir ku ev çend rojekin ji bo pêşwazîkirina geştiyaran di roja cejnê de, ew li gel saziyên tendirûstî, asayîş, polîsên trafîkê û Bergiriya Şaristanî dinava amadekariyan de ne û wiha got; “Me karmendan bi ser komîsyonan de dabeş kiriye. Ji bo seyrangehên Hewremanê me rênmayî dane wan ji bo ew çavdêriya geştiyaran bikin.”

Di rojên cejnê de wê tevayî xwaringeh û otêl vekirî bimînin. Wehab Emîn diyar kir ku wê di rojên cejnê de nêzî 20 hezar geştiyar ji Rojhilatê Kurdistan, navçeyên Herêma Kurdistan û navçeyên naverast û başûrê Iraqê serdana devera Helebce û Hewreman bikin.

Di dewama axaftina xwe de Wehab Emîn daxwaz ji geştiyaran kir ku di dema serdana herêmê de, jîngehê bi parêzin û nebin sedemê xirabûna jîngeha herêmê.

Li ser parastina jîngehê Berpirsyarê Komela Kurdistanek Kesk li Parêzgeha Helebce Menzer Elî, daxwaz kir ku herkes jîngehê bi parêze  û geştiyar paşmayên xwe di cih de nehêlin.

Di dewama axaftina xwe de Menzer Elî got; “Ya ku divê werzê de giring ewe ku geştiyar xwezayê biparêzin û bi baldarî agir bikin. Herwiha dema geştiyar karê wan ji agir xilas bû vemirînin, ji ber ku agir bi cihek bikeve wê ziyanên mezin bi xwezaya deverê bikevin.”

https://youtu.be/F6C-F9-Q62M”>

(şk)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist