Jîngehparêzên Silêmaniyê ji ber bikaranîna çekên kîmyawî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên bikaranîn hişyarî dan û bang li rêxistinên jîngehparêz kirin ku bi yek dengî li dijî bikaranîna çekên kîmyawî yên li ser xaka Kurdistanê û wêrankirina jîngeha Kurdistanê derkevin.
Li gorî bîlançoya Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê ya li ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji 15’ê Nîsanê heta 15’ê Hezîranê dewleta Tirk 779 caran çekên kîmyawî li Başûrê Kurdistanê li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê bi kar aniye. Ji derveyî bikaranîna çekên kîmyawî, daristanên Kurdistanê wêran dikin, ajal û balindeyan jî tine dike.
Pispora jingehê û Mamosteya Zanîngeha Silêmaniyê Dr. Rêzan Omer têkildarî êriş û bombebarana dewleta Tirk a bi çekên kîmyawî ji Rojnews’ê re axivî û got: “Her cihekî bejahiyê ku rûbirûyî şîdetê tê, di pileya yekem de jîngeh zererê dibîne. Ew çekên kîmyawî cur bi cur in û li gorî made û bandoriya xwe bandoriyê li ser av, xak û hewayê dike.”
‘Bandoriya wê domdare’
Dr. Rêzan Omer wiha domand: “Ev zevî bi awayekê hatiye çêkirin ku dengeya xwe ya taybet heye. Divê were parastin, neyê têkdan. Di pêşerojê de, wê bandoriyê li ser me û neviyên me bike. Bandorî li ser ajal, dar û di rêza yekem de mirovan heye. Bandoriya vê madeyê demdirêje û herî kêm ji sedê 25 dimîne û dibe sedama têkdana jîngehê.”
Dr. Rêzan Omer diyar kir ku divê her kes li dijî bikaranîna van çekên li hemberî jîngehê bikar tînin derkeve û li her cihî rê li pêşiyê were kirin ku bandoriya wê weke ya Hêroşîma domdare.
‘Ev bandoriyek gelek xerab li ser jîngehê çêdike’
Endamê Rêxistina Jîngeh Dost Hejar Abdullah li hember wêrankirina jîngehê fikarên xwe anî ziman û got: “Mixabin ji derveyî jîngeha me gelek ziyan lêbûye, em niha dibînin, ji aliyê welatên cîran ên weke Îran û Tirkiyeyê ve bi van êriş û dagirkeriya li ser Kurdistanê dikin, dîmenek geke xerab dibînin ku jîngeha welatê me bi temamî tine dibe. Ev bandoriyek gelek xerab li ser jîngehê çêdike.”
‘Tirkiye çekên kîmyawî bi kar tîne’
Hejar Abdullah diyar kir ku Tirkiye çekên kîmyawî bi kar tîne û wiha domand: “Ew herêmên ku dewleta Tirk a faşîst bombebaran dike, ew herêmin ku gelek keskahî lê hene, me par dît ku darên Kurdistanê birîne, em hemû gelek bi fikar kirîn. Em dibînin ji bo dagirkirina Kurdistanê çekên kîmyawî bikar tîne. Ev hemû bandoriyek gelek xerab li pey xwe dihêle. Di heman demê de, bandoriyê li ser kêmkirina berhemê herêmê dike.”
Hejar Abdullah diyar kir ku divê rêxistin û yên xwe berpirs dibînin li hemberî êrişên li ser xaka Kurdistanê pêk tên yekdeng bin û got: “Gelek girînge lobiya navneteweyî çêbikin. Hewl bidin, vê mijarê belge bikin. Ji bo ku bikarin kar li ser vî sûcê ku li hemberî xak û welatê tê kirin bikin.”
‘Divê dewleta Iraqê, xwedî helwest be’
Herwiha Aktîvîstê Jîngehê Mihemed Menuçer ji Rojnews’ê re got: “Ew êrişên ku ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve li ser Herêma Kurdistanê pêk tên, binpêkirina serweriya Iraqê ye. Divê dewleta Iraqê, xwedî helwest be. Eger ji aliyê dewletên dagirker ve jîngeh têk biçe, wê bibe sedema tinebûna ajalan ku gelek curên ajalên weke siwûrî me hene. Eger ev ajal tine bibin metirsiyek mezin dikeve li ser jîngehê.”
(ab)