Kaniya jinûve herikî bû cihê seyranê 

Li Şengalê kaniyên ku miçiqîbûn û bi barana zêde re jinûve herikîn, bûne cihê seyranê. 


Îsal ji ber barana zêde gelek kaniyên ku li Şengalê miçiqîbûn dîsa herikîn. Yek ji van kaniyan jî Kaniya Leyla û Mecnûn a li nêzî Qûba Pîrê Ewra ye. Kaniya Leyla û Mecnûn a li qûntara Çiyayê Şengal di nava şînkahî û xwezaya xweş de balê dikişîne. Bi demsala biharê û gerimbûna hewa re jî, şeniyên herêmê ji bo seyranê berê xwe didin ser vê kaniyê.