Karkerên paqijiyê ji welatiyan bi gazincin

Welatî jîngeha xwe naparêzin û bê serûber bajêr qirêj dikin. Karkerên paqijiyê yên bajarê Silêmanî ji welatiyan bi gazincin û daxwaza paqij girtina jîngehê dikin.


Ji ber xemsarî û nebûna zanist û feraseta paqijgirtina jîngeha xwe, rojane bi tonan qirêj ji bajarê Silêmanî tê derxistin. 4 şîrketên paqijiyê di nava bajar de dixebitin, lê dîsa jî ji ber xemsarî û bêserûber avêtina gelaşê li nava kolan, bazar û cadeyan bajêr qirêj dibe. Avêtina gelaşê ya bêserûber dîmenê bajêr xirap dike, gef li jîngehê û tendûristiya mirovan dixwe.

Berpirsê ragihandina Şaredariya Silêmaniyê Zerdeşt Refîq diyar kir ku rojane 4 şîrketên paqijiyê li bajarê Silêmanî û bajarokên derdorê wê kar dikin û got, “Rojane 4 şîrketên paqijiyê li nava Silêmanî û derdora wê dixebitin û di derdora 1200-1300 tonî de gelaş kom dikin û diavêjin.”

Refîq diyar kir ku welatî li nava kolanan hinek paqij digirin, lê cihên geştiyarî û giştî bêserûber gelaşê diavêjin erdê.

Welatiyê bi navê Bekir Mihemed yê ji bajarê Silêmaniyê jî rexne li welatiyan girt û got ku welatî girîngî nadin paqijiya jîngehê û eger bajêr rojane neyê paqijkirin wê di nava gelaşê de bimîne.

Karmendê şaredariyê Ebdulrehman Elî daxwaz jî heman rexneyê li welatiyên Silêmaniyê girt û got, “Welatî bi karmendên şaredariyê re nabin alîkar û derdora xwe qirêj dikin. Daxwaz me ji wan ewe ku gelaş û bermahiyên xwe ne avêjin erdê û cihên giştî û geştiyariyê jî paqij bigirin.”

Mamostayê zanîngehê Pişko Heme Tahir jî di vê derbarê de axivî û dazanîn ku parastina jîngeh  erka her welatiyekiyekî ye û got, ji ber ne parastina jîngehê niha cîhan berbi xirabûnê ve diçe.

Tahîr îşaret bi sedemeke din a qirêjkirina jîngehê kir û got, “pêşketina pîşesaziyê û bermahiyên wê jîngehê zehf qirêj dike û bandoreke xirap lê dike. Sedemeke din a qirêjbûna jîngehê jî welatî bêserûber gelaşê diavêjin.”

(ep)