Kevokên Baxê Giştî

În, 21 Pûşper 2019 – 07:30  SILÊMANÎ/ROJNEWS

Kevokên Baxê Giştî

Li nava Baxê Giştî ku yek ji parkên herî kevin ên bajarê Silêmaniyê ye, kevok dîmenek ciwantirîn radixe ber çavan.


Baxê Giştî dikeve dawiya cadeya Salim a li navenda bajarê Silêmaniyê. Ev parka ku di sala 1937’an de hatiye çêkirin, yek ji parkên herî kevin ên Silêmaniyê ye.

Rojane bi sedan welatî tên vê parkê û bêhna xwe didin. Li parkê yek tiştên ku bala mirovan dikişînin, kevok in. Di ketina nava Baxê Giştî de mal û hêlîna kevokan diyar dibe.

Ji bo kevokên ku hejmara ji 100’î dibore û bûne perçeyek Baxê Giştî, li cem hewza avê du cihên taybet hatine çêkirin.

Fikra ku li nava Baxê Giştî kevok bên bicîhkirin û xwedîkirin, ya welatiyê bi navê Rêbiwar Delak e. Rêbwar Delak li ser fikra ku mirov û balinde dikarin bi hevre jiyan bikin, kevok anîne Baxê Giştî.

Rêbwar Delak destnîşan kir ku kevok sembola azadî û aşitiyê ne, lewre wî jî xwestiye kevokan bîne vir û got: “Bi alikariya çend kesan me ev cih ji bo kevokan çêkir. Hewildan û armanca min parastina jingehê û aşitiyek di nava mirov û balindeyan de ye.”

Rêbiwar Delak diyar kir ku ew her roj xwarina kevokan dide, wan diparêz e, 15 rojan carekê cihê wan paqij dike, her wiha beytar jî bi awayekî dildarî kontrola kevokan dike.

Kevok, gelekî bala mêvanên ku serdana Baxê Giştî dikin jî dikişînin. Bi taybetî welatiyên bi temen ku hema bêje her roj tên, bi kevokan keyfxweş in.

Behadîn Heme Seîd ku yek ji van welatiyen e, diyar kir ew li vir bêhn xwe dide, wêneyên kevokan dikişîne û Baxê Giştî wekî mala xwe dibîne.

https://youtu.be/1_rck-s4-3I”>

(ep)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist