Komîteya Aboriyê pêngava şînkirina Şengalê da destpêkirin

Duşem, 29 Avrêl 2019 – 10:11  ROJNEWS / ŞENGAL

Komîteya Aboriyê pêngava şînkirina Şengalê da destpêkirin

Komîteya Aboriyê ya Şengalê ku ser bi Meclîsa Xweser dixebite, ji bo ji holê rakirina şopên DAIŞ’ê û şînkirina herêmê pêngava şînkirin ango çandina şitlên daran da destpêkirin. Bi vê armancê 3000 hezar şitlên daran li ser gel hatin belavkirin.


Di dema êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê de li gel komkujiyên mezin yên bi ser gelê Êzidî de anîn, jîngeha herêmê jî wêran kirin. Ji bo pêçana birînên civaka Êzidî û ji holê rakirina şopên hovîtiya DAIŞ’ê Komîteya Aboriyê ya ser bi Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê projeyeke şînkirinê eşkere kir.  

Komîteya Aboriyê ya Şengalê bi vê armancê 3000 şitlên darên cûda cûda li ser gel belav kir, ji bo biçînin. Şitlên darên fêkî û cûrbecûr ji aliyê endamên meclîsa gel Şengalê saziyan ve tên belavkirin.

Ji van şitlên tên belavkirin wê 400 jê li Geliyê Şilo ku dewleta Tirk Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî lê şehîd xistibû, werin çandin.

Xebata ku duh destpêkiribû wê çend roj bidome.

(bz)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist