Lawirên di qefesan de têkoşîna jiyanê didin

Dema mirov ji serê Cadeya Mewlawî ya bajarê Silêmanî heya serê din dimeşe, dibine ku hemû tiştek tê firotin. Eve sînorên bazirganiyê derbas dike. Heya digehe jiyana lawiran a li ser cadeyan heya lawirên serê çiyan. Çewan di nava qefesan de têkoşîna jiyanê didin.


Çalakvanên parastina jîngehê û parastina lawiran li cîhanê gihane wê qonaxê ku ji bo parastina lawiran baxçeyên mezin çêbikin. Hemû ew binpêkirinên dijî mafên lawiran tên kirin sînordar bikin. Belê liv ir li Kurdistanê li ser cadeyan û li ber çavê me hemûyan lawir tên xistina nava qefesan de.

Bi taybetî dema mirov Cadeya Mewlewî temaşe bike, deriyê kevin ê bajar û bînayên nû hatine avakirin û avahiyên hîna dema serdema Baas mane, hemû bi dîmenek wiha dikevin berçavê mirov. Rojane bi hezaran kes di van kolanan re derbas dibe û kesek vî dîmenî nabîne. Kes ew lawirên di nava qefesan de dibin Pira Mewlewî de rastî hemû zehmetiyan tên nabîne.

Qerebalixa li ser cadeyê ne tenê derfetê dîtinê nade, heya mirov nikare serê xwe rake û derdora xwe jî bibine. Mirov ditirse serê xwe rake û dixwaze hemû ew tiştên tên firotin ji nedîtî ve were. Hemû ew çûk, kevok û teyrên li ser şeqamê difirin ketine rewşek di nava qefesek di bin Pira Mewlewî de.

Di peymanek a mafê lawiran ku di 5’ê Cotmeha 1978’ê de li Parîs û bi hewldana UNESCO hate nivîsîn balê dikişine ser parastina mafê lawiran. Di vê peymanê de tê diyarkirin ku lawir di jiyana li ser rûyê erdê de xwedî rolek giring û serekî ne.

Di vê peymanê de wiha jî hatiye gotin;  “Mafê hemû lawirekî ye ku rêz jê re were girtin. Ji kiryarên xerab û şidetê bê parastin.”

Li ser xwedîkirina lawiran a di malan de jî wiha tê gotin; “Divê mirov van lawiran bi şêweyek taybet biparêze. Nabe paşguh bixin. Nabe li ser wan şidet bê meşandin. Divê li gorî hesasyetên wan nêzikatî li hemberî bê kirin. Her cûrek nêzikatiyek bibe sedemê mirin an kuştina lawirek wê hesab bê pirsin û sûce. Ger pêwîst bike lawir bên kuştin divê li ser bingehên destûrî û bi şêweyek bê ku êş bigehê pêk were.”

Li gorî vê dema em li gel civaka xwe qiyasbûnek çêbikin, dibînin yasayên parastina mafê lawiran çiqas tên binpêkirin.

Çalakvanek ê parastina lawiran Zanko Bexşî di vê derbarê de ji RojNews re axivî û got; “Hemû hewldanên me ewin kesên lawiran difiroşin agahdar bikin ku lawiran li ser cadeyan nefiroşin. Her wiha lawiran nexin di qefesên teng de. Ji ber dibînin çewan dixin cihên teng û xwarina pêwîst nadinê. Ev jî tê wateya êşkencekirina lawiran.”

Bexşî diyar kir ku bexçeyê lawiran jî binpêkirinek a dijî mafên lawirane, ger dixwazin lawiran xwedî bikin bila li cihên weke çîflikan xwedî bikin.

Gera nava Cadeya Mewlawî hîna bi dawî nebûye. Di dewama gerînê de me li mirîş û lawirên din ên nava qefesan de temaşe kir. Ew kêvroşkên xistine nava qefesên teng de. Li cihê ev kêvroşk li çiyan û cihên xwezayî bijîn, ketine nava van qefesan de. Ji çavên wan hemû lawiran çewan mirov dibine ku ji bo rizgarbûna ji vê rewşê qêr dikin. Çewan têkoşînek a jiyanê didin.

(rn)