Leşkerên Tirk gule li zarokê Biradostî barandin

Leşkerên Tirk bi doçkayê gule li zarokek Biradostî yê li ber pez barandin. Reyan Zûbeyrê temen biçûk diyar kir dema çûbû ber pez raste rast gule li wî barandine û paşê ji herêmê dûr ketiye û beşek ji pezê wî jî hîn li herêmê maye, nikarin bînin.


Artêşa Tirk ku hewl dide bi êrîş, gef û tirsê gundên herêma Biradost vala bike û herêmê dagir bike, raste rast welatiyên herêmê û zarokan hedef digire. Zarokek Biradostî yê ji gundê Alikan li rastê êrîşa leşkerên Tirkiye hatiye û birayê wî nerazîbûn nîşana dagirkeriya Tirk dan û gotin, jiyana gelê herêmê ji ber hebûna leşkerên Tirk dibin metirsiyeke mezin de ye û Tirk jiyan ji wan re ne hiştiye. Zarok û ciwanê ji gundê Alikanê têkildarî êrîşên Tirkiyê ji ajansa me re axivîn.

Zarokê Biradostî: leşkerên Tirk gule li min barandin

Zarokê bi navê Reyan Zûbeyr yê şivantiyê dike û li rastê gulebarana leşkerên Tirk hatiye wiha diaxive, “Ez duh serê sibehê di derdora saet 06.00’an de ji bo pezê xwe biçêrînim derketim derveyî gund. Leşkerên Tirk bi doçkayê gule avêtin min. Hinek gule 50 metre dûrî min ketin. Ji ber guleyên leşkeran ez neçar mam bilez û bez xwe bigihînim malê. Min tenê karî beşek ji pezê xwe vegerînim, hîn jî beşek ji pezê min li wî cihî maye û em nikarin biçin bînin. Leşkerên Tirk dizanîn ez şivanim û ne PKK’yî me, lê bizanabûn gule li min barandin.”

‘Dixwazin gundên me vala bikin û paşê jî dagir bikin’

Ciwanê bi navê Aram Zûbeyr jî dibêje, ji ber êrîşên Tirkiye û hebûna leşkerên Tirkiye yên li herêmê jiyana wan di metirsiyeke mezin de ye û dibêje, “Piştî artêşa Tirk a dagirker hatiye herêmê, herêma me gelek metirsîdar bûye. Artêşa Tirk bi armanca dagirkirina xaka Kurdistanê êrîşê herêmên Kurdistanî û gundan dike. Birastî artêşa Tirk li vê herêmê jiyan ji me re ne hiştiye. Rewşa vir zehf xeter e. Şev û roj em rehet nînin. Jixwe armanca Tirkan a sereke jî ewe ku van gundane vala bikin. Helîkopterên Tirkan bi şev tên derdora van gundan bombebaran dikin. Saçmayên bombebarana helîkopteran hemû tên ser malên me û li pişt wan jî bermahiyên teqemeniyan li nava malan de dimîn, ji bo zarokan metirsî çêdike. Bi roj jî topbaran û bombebarana gundan dikin. Bi taybet gundên Alikan, Xelîfan û Sîran dibin metirsiyê de ye. Rewşa gundê me Alikan gelek xirap e.”

Guleyên ne teqiyayî metirsî ji bo zarokan çêdike

Aram dazanîn ku gelek gule û bermahiyên teqemeniyên artêşa Tirk li herêmê dimînin û gef li jiyana zarokan dixwe û got, “Mafê zarokan nayên parastin. Li her derê saziyên parastina mafê zarokan û mirovan hene, lê em dibînin Tirk bixwe destdirêjî li mafê zarokan dike. Berê niha dû rojan helîkopter gundê me û derdora wê gulebaran kirin. Me gelek guleyên ne teqiyayî di nava gund de û li ber hewşa malan û seyareyan ku ketin dît. Zarok jî ji ber nizanin ev bermahiyên teqemeniyê xirapin, diçin pê dilîzin. Tirkiye bi van êrîşan dixwaze em gundên xwe terk bikin û paşê ew werin dest deynin ser û dagir bikin. Jixwe herêmeke zêde jî dagirkiriye. Nimûne gundê Sîran niha bi temamî hatiye terk kirin. Eskerên Tirk tên li van deran digerin. Armanca Tirkan ne PKK’ye, ew bahaneye. Kes nikare vêya îspat bike ku Tirkiye ji ber PKK’ê li van herêman dixe. Ji ber PKK nayên van deran. Tirk jî baş dizanin ku gerîla li vê herêmê namîne. Tevî vê yekê jî dest ji êrîşan bernade û welatî dibin qurbanî.

‘Em gundê xwe terk nakin’

Tirk wer difikirin ku emê bi van êrîşên li ser şivanan û gundên me dest ji gundên xwe berdin, ji bo werin bi keyfa xwe li vir bi cih bibin. Ev xeyaleke valaye,nikarin tiştek bi vî awayî biserbixin.   

(bz)