Li Balekateyî dema guldexwînan e

image_print

Yekşem, 3 May 2020 – 07:40  BALEKAYETÎ / ROJNEWS

Li Balekateyî dema guldexwînan e

Li çiyayên Balekatiyê dema vebûna guldexwînin e. Bi vebûna guldexwînan re xwezaya wê sor bû û dîmek xweşik dide.


https://youtu.be/YWAPzLMnLdM”>

Li çiyayên herêma Balekayetî  dema vebûna guldexwînan e. Guldexwînên li Balakeyetî vebûne derdora xwe veguherandine rengê sor.

Guldexwîn li çiya ango cihên bilind ên Kurdistanê şîn dibin. Tê gotin ku guldexwîn li cihên 1400 û 2500 metre bilind in vedibin. Guldexwînên vedibin dîmenek xweşik derdixe holê û geştiyarên xwe kêfxweş dike. Di nava gel de gelek navên cuda yên guldexwînê hene.

Her sibehê mîna rondikê çavan dilopên avê jê tên xwarê, lewma jê re ‘Gula digirî’ jî tê gotin. Li gorî çîrokan, dema ku Hz. Îsa li çarmixê xistin Dayika Meryem rondik barandin û ji ber ku ev gul bi rondikên wê şîn bû jê re ‘Bûka bi girî’ tê gotin. Di nava gel de jî jê re Guldexwîn tê gotin. Ji aliyê Xiristiyanan ve jî weke kulîlka pîroz tê dîtin.

Guldexwîn ji bo dermanan jî tê bikaranîn. Bi taybet ji aliyê pirporên dermanên giyanî û xwezayî ve ji bo dermana tê bikaranin.

(ab)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist